Îlahiyatnas Tûrgay: Partiya ku nêzî rêgezên Quranê ye, HDP ye

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Îzmîrê îlahiyatnas Prof. Dr. Nûrettîn Tûrgay got, ya girîng ne ew e ku mirov navê Îslamê bilêv bike, ya girîng ew e ku mirov li gorî Îslamê bijîn. Tûrgay destnîşan kir ku partiya nêzî rêgezên Quranê ye HDP ye.

Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê, HDP ji gelek derdorên cuda kes kirin namzet. Yek ji van kesan jî îlahiyatnas Prof. Dr. Nûrettîn Tûrgay e. Tûrgay di sala 1952'an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hatiye dinê û piştî ji Enstîtuya Îslamê ya Bilind a Îzmîrê mezûn bû, Enstîtuya Zanyarên Civakî ya Zanîngeha Selçûkê ya Konyayê qedand. Dema Tûrgay li Zanîngeha Dîcleyê Hîndekarê Pişka Tefsîrê bû teqawid bû. Tûrgay her wiha endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) e. Prof. D. Nûrettîn Tûrgay ji ANF'ê re qala namzetiya xwe ya li nava HDP'ê kir.

'LI BA HDP'Ê HER KES WEKE HEV E'

Tûrgay diyar kir ku li ba HDP'ê her kes weke hev in, lewma wî jî xwestiye bibe parçeyek ji vê felsefa jiyanê û got: "Li gorî baweriya min û tişta ku min ji Qurana pîroz fêm kiriye, xwedayê tevahiya mirovan, xwedayê mezin û xwedayê rabil alemîne. Ferqê naxe nava ti mirovan. Ji roja ez hîn bûme û heta roja îro li Tirkiyeyê ti carî hikumetan weke hev li mirovan ne nêriye û her tim ferq û cûdahî xistiye nava mirovan. Cûdahî xistine nava hemû ol û baweriyan. Wekî din cûdahî xistine nava Kurd û Tirkan. Ji zarokatiya min û vir ve ji ber ku ez Kurd im, her tim hatim vederkirin. Ti carî bi çavê hevaltî û biratiyê li min ne nêrîn, di dema wezîfeya min de jî min her tim ev yek dît. Ji bo ku hemû beşên civakê di nava HDP’ê de hene û weke hevdû nêzî hemû mirovan dibin, ez jî li vir im û dixwazim bibim parçeyek ji vî rengê jiyanê. Çawa Qurana pîroz ferqê naxe nava mirovan, HDP jî wiha nêzî mirovan dibe. Ez jî weke bawermendekê li nava HDP'ê me."

'BERÊ XWE BIDIN BAXÇEYÊ AZADIYÊ'

Tûrgay da zanîn ku rêya aramî û xweşiyê di nava HDP'ê de ye û wiha pê de çû: "Çawa ku xwedayê mezin ferman dike ku hemû mirov di nava aramî û aştiyê de bijî, HDP jî li ser rêya rast û edaletê ye. Ti ferqa partiyên din ji hevdû tine ye, weke tifaqa AKP-MHP'ê ji xwe ti ferqa wan ji hev nîne. Ev tifaq jî raste rast li dijî Kurdan e. Ji dîrokê heta niha Kurd têne kuştin û komkujî li wan tê kirin. Kesên ku dengê xwe didin AKP'ê di heman demê de dengê xwe didin hişmendiya faşîst a MHP'ê. Di dema berxwedana xwerêveberiyê de Bahçelî digot, 'Li Kurdistanê kevir li ser kevir nehêlin, serî li ser bedenê nehêlin'. Divê hemû gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê ji vê hişmendiya kujer û faşîst xwe vegirin û berê xwe bide baxçeyê azadiyê."

AKP OLÊ BI KAR TÎNE'

Tûrgay li ser xebatên hilbijartinê yên li Îzmîrê jî axivî û got: "Zêdetirî 10 roj in ez li Îzmîrê me, kelecana hilbijêran di asta herî jorde ye û her kes li dora HDP'ê bûye zincîr û li her derê bi kelecanekê mezin em tên pêşwazîkirin. Ez bang li hemû bawermendan dikim ku rûyê rast ê AKP'ê bibînin û ji baweriya wan a ol bawer nekin. Ji ber ku 16 sal in AKP olê weke amûrekê bi kar tîne. Ez ji gelê Îzmîrê bawer dikim êdî weke berê ji AKP’ê bawer nake û wê xwedî li îradeya xwe û baweriya xwe derkevin. Partiya ku herî nêzî ew rêgezên Quranê yên ez ji wan fêm dikim HDP ye. Ya girîng ne ew e ku mirov navê Îslamê bi kar bîne, a gîrîng mirov li gor Îslamê bijî."