Partiya Şoreşger: Dengê me ji HDP û Demîrtaş re ye

Partiya Şoreşger (DP) diyar kir ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ew ê piştgiriyê bidin HDP û Selahattîn Demîrtaş.

Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Şoreşger a Yekgirtî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û di daxuyaniyê de got ku ew ê di bin banê HDP’ê de têkevin hilbijartinê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li hemberî faşîzma AKP’ê ew ê di bin banê HDP’ê de têkevin hilbijartinê û hate gotin, “Em bang li hemû kesan dikin ku li dijî faşîzma AKP’ê dengê xwe bidin HDP û Selahattîn Demîrtaş. Em bang li hemû kesan dikin ku bila her kes xwedî li qedera xwe derkeve û têkoşînê geştir bikin. Ew ê ne sindoq, lê têkoşîna gelên ku xwedî li qedera xwe derdikevin, encama hilbijartinê diyar bike.”