Partiya Çepgir a Elmanyayê ku li Elmanayê partiya muxalefetê ye, destekeke girîng da grevên birçîbûnê yên ku li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kirin û li gelek deverên cîhanê berbelav bûne. Wekîlên navdar ên Partiya Çepgir ku hevserokê partiyê Bernd Rîexînger, hevserokê komê Dîetmar Bartsch û alîkara hevserokê giştî Martîna Renner jî dinav de,li Meclîsa Federal koma wan heye bi banga, ''Li Tirkiyê li bara kesên ku ji ber sedemên siyasî di girtîgehê de ne, bila gavên dewleta hiqûqê werin avêtin'' deklarasyonek hate weşandin.
Di deklarasyonê de greva birçîbûnê û tecrîda ku dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye hate destnîşankirin.
En ku îmzeya wan li ser deklarasyonê hene: Gokay Akbulut, Nîcole Gohlke, Ulla Jelpke, Martîna Renner, Mîchel Brandt, Doris Achelwîlm, Bernd Rîexînger, Matthîas W. Bîrkwald, Alexander Ulrîch, Diether Dehm, Dr. Dietmar Bartsch, Jan Korte, Cornelia Mohring, Niema Movassat, Christine Buchholz, Jorg Cezanne, Zaklin Nastic, Dr. Achim Kessler, Andrej Hunko, Jessica Tatti.
'BILA ŞERTÊN ENDAMTIYA KE'YÊ YA TIRKIYÊ WERIN BICIHANÎN'
Wekîlan Partiya Çepgir xwestin ku di serî de tecrîda li ser Ocalan, tecrîda li ser hemû girtiyên siyasî were rakirin û hate gotin, ''Tirkiye ya ku endama Konseya Ewropayê ye, bila şertên Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ku beriya niha îmze kiribû bi cih bîne, nexasim li bara girtiyên siyasî ku di girtîgehê de wan dihêle. Tecrîd, îzolasyon binpêkirineke giran a mafê mirovan e. Divê girtî bikaribin malbat û parêzerên xwe bibînin.''
Di deklarasyonê de hate destnîşankirin, ji bo tecrîd were rakirin nêzî 7 hezar aktivîst ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger û wiha hate gotin: ''Li Tirkiyê, ji er rewşa girtiyên siyasî û cezaxwariyan em pir mitaleya dikin. 26 wekîlên ku ji lîsteya HDP'ê hatine hilbijartin û nêzî 5 hezar endam û sempatîzanê wê li girtîgehan têne hiştin.''
REXNEYA LI HIKÛMET Û ÇAPEMENIYA ELMAN
Di deklarasyonê de bi domdarî hate gotin, ''Di rabirduya çepgiriyê de û di dîroka tevgera Kurd de ya li Tirkiyê, çalakiyên greva birçîbûnê rêz û rêçikek e. Weke ku ji tecrûbeya tevgerên berxwedanê yên li gelek deverên cîhanê, girtî, bi çalakiyên greva birçîbûnê li dijî zexta dewletê derfeta dawî ya protestoyê bi dest dixin. Daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê ji hêla hemû demokratan ve divê weke daxwazên bi çarçoweya bicihanîna dewleta hiqûqê werin dîtin.
Lê em dibînin ku hê jî li bara vê greva birçîbûnê piştevaniya navnetewî kêm e û di mijara agahdarkirina raya giştî de kêmasî hene. Ji ber sedema desthilata Erdogan li Tİrkiyê mirov nikare behsa azadiya çapemeniyê bike. Lê li Elmanyayê heta niha bi mebesta destekdayinê li gel ku ji 100'î zêdetir çalakî hatine kirin jî grevên birçîbûnê di çapemeniya Elman de pir kêm cih girt. Mixabin Hikûmeta Federal a Elman li bara grevên birçîbûnê bêdeng dimîne.''
'ÊDÎ TEVBIGERIN'
20 wekîlên partiya çepgir diyar kirin Hikûmeta Federal a bi serokwezîriya Angela Merkel li bara binpêkirina mafan a li Tirkiyê guhnedêr e û ev rexne û pêşniyar li rêberiya Berlînê hatin kirin:
''Wiha xuya dike ji bo Hikûmeta Federal a Elman mafê mirovan û dewleta hiqûqê ne girîng e, a girîng domdariya têkiliyên aborî yên bi Tirkiyê re ne. Elmanya ku yek ji welatê pêşeng ê Konseya Ewropayê ye, dikare bike ku li Tirkiyê li girtîgehan gavên dewleta hiqûqê werin avêtin û wiha dikare jiyana mirovên di greva birçîbûnê de ne xilas bike. Êdî ne ji bo têkiliyên aborî, ji bo jiyana mirovan tevbigerin.''
Di deklarasyonê de geşedanên salên dawî yên li Kurdistanê û Tirkiyê, rola Ocalan a di pêvajoya aştiyê de û têkilî tecrîda li ser Ocalan, bi mebesta ku raya giştî ya Elman were agahdarkirin, kurte agahî jî hate parvekirin.