Parlementerên Swêdî piştgirî dan Pinar Selekê

Parlementerên Swêdî piştgirî dan Pinar Selekê

Piştgiriyek din jî ji parlementerên Swêdî ji bo Pinar Seleka Sosyolog ku di doza Bazara Misrê de ku du caran hate beraet kirin û cara dawî 12’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê cezayê muebetê lê birî.

Ji Parlementera Partiya Derdor ya Keskan Annîka Lîllements, Berdevka Polîtîkaya Derve ya Partiya Xiristiyanên Demokrat Desîree Petrûs, Parlementerên Partiya Çep Torbjörn Björklun, Bengt Berg, Sîv Holme û Amîneh Kakabaveh civînek hevpar ya çapemeniyê li darxistin û ev pêkanîna li dijî Selekê şermezar kirin û dan diyarkirin ku, ew dê piştevaniya xwe berfireh û berdewam bikin.

Di daxuyaniyê de balkişande ser zextên û êrîşên li Tirkiyeyê li ser rojnamevan, nivîskar, parêzer û peywirdarên hîndekariyê yên lêkolînên zanistî zêde dibin. Di daxuyaniyê de dane diyarkirin ku, Tirkiye û dadgehên wê hevpeymanên navnetewî binpê dikin û cezayan li siyasetmedaran dibarînin.

Parlementeran aşkera kir ku, di doza Selekê de hate derkete holê ku pêkûtiyên li ser rewşenbîr û mirovên alim gihaye kîjan astê. Dane zanîn ku, desthilatdariya AKP’ê rewşenbîrên ku wan û sîstema wan rexne dikin, her wiha mafên demokratîk û azadiyê diparêzin bi terorîstiyê sûcdar dike û hewil dide wana bêdeng bike.

Parlementeran bibîrxist ku, Tirkiye di girtina rojnamevanan de di cîhanê de di rêza yekem de ye, parlementeran bang li Tirkiyeyê kir ku, hevpeymana navnetewî ya îmza kiriye pêkbîne û dawî li pêkûtî û êrîşên li ser rewşenbîran bîne.

Di rojên borî de Parlementera Çep Amîneh Kakabaveh pêşniyarpirsek da parlementoyê û cezayê muebetê yê dane Pinar Selekê êrîşekî mezin ya li dijî azadiya lêkolîn û demokrasiyê ye. Kakabaveh destnîşan kir ku, biryarek bi vî awayî ya dadgehê ne serbixweye û daniye holê ku li Tirkiyeyê rêzê nadin azadiya fikir û çapemeniyê. Kakabaveh got; “Dewleta Tirkiyeyê tênagehe ku rewşenbîrên sîstemê rexne dikin, di guhertin û veguhertina civakê de rolê wan çiqase. Eger Tirkiye bixwaze pêşbikeve, demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd bi awayek aştiyane çareser bike, li şûna ku rewşenbîran bêdeng bike, pêwîste nirx bide wan û pêşniyarên wan cidî bigire.”

Kakabaveh destnîşan kir ku, Tirkiye şûna vê bike rewşenbîr û siyasetmedaran terrorist îlan dike û aşkera kir ku, “Bi rastî jî fêm kirin zehmete. Eger li Tirkiyeyê ew qas terrorist hebin, çima welat nabe xwelî? Lê belê Tirkiye ji demokrasiyê, wekheviyê, azadiya çapemeniyê û girtina mafê jin û Kurdan ditirse. Ev ji bo welatekî dibêje ez dê demokratîk bibim û bibe endamê Yeketiya Ewropayê şermek mezine.”

Kakabaveh da zanîn ku, Selek li Parlementoya Swêdî axiviye û gelek parlementer ji Doza Selekê agahdarin, beriya vê 17 parlementerên ji 7 partiyan ji bo Doza Selekê name ji Abdullah Gul re şandibûn, lê belê bersivek negirtibûn, axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Nameyên ku em ji rayedarên welatên Asya, Afrîka û Latîn Amerîkayê re dişînin bersivên wan tên. Tenê welatê ku bersivê nade Tirkiye ye. Ev nîşaneke ku Tirkiye naxwaze vegere welatekî demokratîk.”