Parlamentoya Ewropayê vê piştgiriyê bi şertên wekî “Girêdanbûna li nirxên YE’yê, rêza li mafên mirovan û parastina kêmenetewan” re girêda da. Biryar li Lijneya Giştî bi 462 erêkirin, 76 redkirin û 106 dengên bêalî hat qebûlkirin.
Parlamentoya Ewropayê di biryara xwe de diyar kir ku peymana ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Serokê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) Mihemed El-Colanî (Ehmed El-Şara) ku weke serokê desthilata demkî ya Sûriyeyê hatibû ragihandin de hate îmzekirin wê tevkariyê li aramiya Sûriye û pêvajoya aştiyê bike. Her wiha di biryarê de hate gotin ku ew hêvî dikin ev peyman bêyî pirsgirêk were bi cih anîn. Di heman demê de PE’yê bal kişand ser encamên erênî yên muzakereya çek berdanê ya di navbera PKK û hikûmeta Tirk de û destnîşan kir ku ji bo kêmkirina rakêşiya li herêmê û pêkanîna armaniya li bakurê Sûriyeyê gavekî girîng e.
Sernavên ku di biryarê de derketin pêş wiha ne:
Bi hilweşandina rejîma Esad a bi pêşengtiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li welat serdemek nû destpê kir. PE’yê zext û sûcên şer ên rejîma Esas şermezar kir û pesna berxwedana gelê Sûriyeyê da.
Tayînkirina lîderê berê yê HTŞ Ehmed El-Şara wekî Serokê Dewletê yê demkî û di navbera 4-5 salan de hedefkirina destûra bingehîn û hilbijartinê wekî veguhertinekî girîng nirxand. PE’yê diyar kir ku rêza li hemberî mafên Kurdan û kêmenetewên din şertê bingehîn e.
Hat dubarekirin ku rejîma Esas ji bikaranîna çekên kîmyewî, êşkence û komkujiiyan berpirsyar e. PE’yê darizandina kirdeyên van sûcan û îmhakirina çekên kîmyewî wekî şertê ewil pêşkêş kir.
Naskirina mafên jinan li ser bingeha wekheviyê, pêkanîna azadiya baweriyan û parastina kêmenetewan di nav bendewariyên herî girîng ên YE’yê di pêvajoya derbasbûyînê ya li Sûriyeyê de cih girt.
Tevî ku di danekirinên aborî de sistbûnek qismî tê pêşbînîkirin jî, PE’yê biryara rakirina ambargoyê bi temamî erê nekir.
Tundiya mezhebî û bersivdayînên li herêmên perav ên li dijî Elewî û kêmenetewên din hat şermezarkirin. PE’yê îşaret kir ku divê hikûmeta demkî hemû sivîlan biparêze û li gorî nirxên YE’yê avaniya ewlehiyê ava bike.
Diyar kir ku Rusya û Îran bi piştgirîkirina rejîma Esad tevkriyê li bêaramiyê dike. Ji Tirkiye û Îsraîlê jî xwest ku rêzê bide serweriya Sûriye.
Hate destnîşankirin ku ji sedî 70’ê nifûsa welêt hewceyî alîkariyê ye û aborî li ber hilweşandinê ye. PE’yê ragihand ku eger şertên diyarkirî werin bi cih anîn ew amadeye ku fînansekirina ji bo ji nû ve vesazkirinê bike.
Hate diyarkirin ku DAÎŞ hîna jî gefekî cidî çêdike û hat gotin ku tê hêvî kirin ku hikûmeta demkî bi hevkariya navneteweyî li dijî terorê têbikoşe.
Parastina mîrateya çandî ya Sûriyeyê, paqijkirina mayinê û bi temamî tunekirina çekên kîmyewî di nava daxwazên bingehîn ên YE’ê de cih girt.
PE’yê ji YE û welatên endam xwest ku rêveberiya nû ya Sûriyeyê ya demkî nas bikin û piştgirî bidin. Her wiha bang li hikûmeta Şamê jî kir ku dawî li tifaqa xwe ya dîrokî ya bi Tehran û Moskowa re kir.
Her wiha daxwaz kir ku dewletên endamê YE’yê hewldanên alîkariya mirovî bidomînin û piştgirî ji welatên cîran ên ku malovaniyê ji bo 5,5 mîlyon penaberên Sûriiyeyê re dikin, bên kirin.
Parlamentoyê destnîşan kir ku li Sûriyeyê aramî û aştî tenê bi girêdanbûna li nirxên YE’yê, rêza li mafên mirovan, parastina kêmenetewan û pêkanîna pêvajoyekî makeqanûnî ya demokratîk pêkan bibe. Hate destnîşankirin ku tê hêvîkirin rêveberiya demkî van teqadûman pêk bîne, yan jî wê piştgiriya YE’yê bê sekinandin.