Parlamenterên Swîsreyê: Êrîşên li ser Efrînê nayên qebûlkirin

Parlamenterên Swîsreyê gotin êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê nayên qebûlkirin û bang li NY, hêzên navnetewî kirin ku li dijî Tirkiyê tevbigerin.

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên bi ser wê ve yên li ser Efrînê kete roja 19’an, helwesta li dijî van êrîşan jî berdewam dike. Parlamenterên Kantona Bernê yê Keskan Haşîm Sancar û Parlamenterê Kantona Baselê ya Partiya Sosyalîst (SP) Mustafa Atici li dijî hewldana dagirkeriya Tirk helwesta nîşan dan û bang li hêzên navnetewî kirin.

SANCAR: HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN

Sancar got ew êrîşa li ser Efrînê şermezar dikin û wiha pê de çû, ‘’Êrîşên li ser Efrînê her çendî bi hinceta ewlehiya sînor têne kirin jî her kes baş dizane ku heta niha ji Efrînê bi ser Tirkiyê de ti êrîş nebûye. Ev rewş jî neheqiya Tirkiyê nîşan dide.’’

Sancar got, ‘Desthilatdariya Tirkiyê bi êrîşên ser Efrînê dixwaze di polîtîkaya navxweyî de rewşa nû bike’ û got ti hincetên mafdar ên êrîşên ser Efrînê nîn in. Sancar diyar kir dewleta Tirk bi êrîşên ser Efrînê bi rengekî vekirî yekîya xakê ya welatekî dî binpê dike û got: ‘’Bêyî hebûna biryara NE’yê, êrîşeke wiha binpêkirina hiqûqa navnetewî ye. Bi taybetî jî binpêkirina Peymana Cinêvê ye. NY divê li dij vê tevbigere.’’

‘DEWLETA TIRK DIVÊ DAWÎ LI ÊRÎŞÊN XWE BÎNE’

Sancar got bêdengiya Ewropa ya li bara êrîşên ser Efrînê tê maneya ku Ewropa bi nirxên xwe re bikeve nakokiyan û got demildest Ewropa divê dawî li bêdengiya xwe bîne û tevbigere. Sancar diyar kir ku ji êrîşan herî pir sivîl ziyanê dibînin û bang li dewleta Tirk ku dawî li êrîşên xwe bîne.

ATICI: BÊDENGIYA ROJAVA NAYÊ QEBÛLKIRIN

Parlamenterê Partiya Sosyalîst Mustafa Atici jî got êrîşên li ser Efrînê nayên qebûlkirin û bang li hêzên Rojavayî û NY’yê kir ku êrîşên li ser Efrînê werin rawestandin.

Atici got, ‘’Dewleta Tirk bi êrîşên ser Efrînê peymana NY’yê û yasayên navnetewî binpê dike’’ û got, ‘’Li gel ku ev çend heftî di ser êrîşan re, ên bi ser Efrînê de derbas bûne jî hêzên rojavayî bêdengiya xwe didomînin. Ev rewş nayê fêhmkirin.’’

‘DIVÊ TEVBIGERIN’

Atici got Kurd dema ku li dijî DAÎŞ’ê şer dikirin ji wan re li çepkan didan lê niha dema ku êrîş li ser Kurdan hene bêdengiyek heye û ev ê neyê qebûlkirin û wiha pê de çû: ‘’Li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê divê demildest hêzên Rojavayî û NY tevbigerin.’’

Atici got li Efrînê sivîl dibine hedef û got divê di cih de dawî li komkujiyên ser sivîlan were.