Parlamenterên Swîsre: Divê em mudaheleyî Tirkiyê bikin
Parlamenterên SP’ê yên Swîsreyê êrîşa dagirker a dewleta Tirk a li er Efrînê bi tundî şermezar kirin û bang li saziyên navnetewî kirin da ku mudaheleyî li Tirkiyê bikin.
Parlamenterên SP’ê yên Swîsreyê êrîşa dagirker a dewleta Tirk a li er Efrînê bi tundî şermezar kirin û bang li saziyên navnetewî kirin da ku mudaheleyî li Tirkiyê bikin.
Helwestên li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê geş dibin. Wekîlê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) Beat Jans û Wekîla Kantona Baselê ya SP’ê Edîbe Golgelî bi daxuyaniyekeke hevpar hewldana dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê şermezar kirin û bang li saziyên navnetewî û Swîsreyê kirin ku tevbigerin.
‘DIVÊ EM BÊDENG BIMÎNIN’
Di daxuyaniya çapemeniyê de hate gotin, ‘Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê nayê qebûlkirin’ hate xwestin ku Swîsre bi lezgînî têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê bide ber çavan. Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk bi rojan e Efrînê bombe dikin û hate gotin, ‘’Wêneyên ku dewleta Tirk Kurdan dikuje heta niha gelek caran me dîtin, me tim xwe kerr kir. Lê niha jî wêneyê mirovên sivîl ên ku li Efrînê hatine kuştin li dinyayê belav dibin, em nikarin xwe ji vê re kerr bikin.’’
‘YASAYÊN NAVNETEWÎ TÊNE BINPÊKIRIN’
Di daxuyaniyê de hate gotin artêşa Tirk yasayên navnetewî binpê dike û dikeve xaka welatekî dî û bi domdarî hate gotin: ‘’Ev rewş li dijî peymana NY’yê ye. Ji bo ku ev rewş bi dawî bibe divê bi rista xwe rabe. Dewleta Tirk bi hinceta ewlehiyê êrîşê tîne lê rêbazeke ku di qada navnetewî de ne meşrû ye bi kar tîne, ango xaka welatekî dî dagir dike. Ya herî girîng êrîşê dibine cihê herî ewle ya ji bo sivîlan Efrînê.’’
‘KURDAN NIRXÊN ME DIPARASTIN’
Hate gotin, ‘’Kurdên Rojava ango Kurdên ku niha dewleta Tirk wan bombe dike, heta niha ji bo nirxên welatên Rojavayî biparêzin li dijî rêxistinên terorîst şer dikin û xwe feda dikirin.’’ Di daxuyaniyê de girîngiya têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê hate destnîşankirin û hate xwestin ku Konseya Federal a Swîsre li dijî Tirkiyê tevbigere.
‘DIVÊ KONSEYA FEDERAL BIBE XWEDÎ HELWESTEKE ZELAL’
Parlamenetaran xwestin ku Konsey hewldana dagirkirina Efrînê bi rengekî nivîski şermezar bike û xwestin ku peymana bazirganiya serbest a bi Tirkiyê re were betalkirin.