Parlamenterên Ewropî serdana çalakgeran kirin

Heyetek ji parlamenterên Ewropî yên ji Koma Çep a Yekbûyî/Çep a Kesk Bakur (GUE/NGL) a Ewropayê, serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê kir.

Parlamenterên Ewropî danê êvarê serdana çalakgeran kirin. Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Malin Bjork di dema serdanê de axivî û spasiya çalakgeran kir ku ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan li ber xwe didin. Bjork diyar kir, ew jî beşek ji vê têkoşînê ne û ji bilî piştevaniyê ew bi xwe di nava vê berxwedanê de dibînin. Bjork destnîşan kir, bidawîkirina tecrîdê armanca wan a hevpar e.

FORENZA: EM Ê HEVDÎTINÊ BI RAYEDARÊN CPT RE BIKIN

Ji parlamenterên Ewropî Eleonora Forenza jî diyar kir ku wê mijarê îro di du civînên çapemeniyê de yên li Parlamenta Ewropayê bixe rojevê. Forenza ragihand, wê îro bi rayedarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) re jî hevdîtinê bike, dosyayekê pêşkêş bike û daxwazên çalakgeran vebêje.

Forenza got, ji siyasetmedarekê wêdetir wê xwestiye bi hest û rengê jinê piştevaniya xwe nîşan bide û diyar kir, berxwedana ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd tê kirin, li Îtalyayê piştgiriyeke xurt dibîne. Forenza destnîşan kir, rejîma Erdogan bi rêya tecrîdê mafên mirovan binpê dike û got, "Gelekî watedar û hêja ye ku mirov di oxira armanceke wiha de bedena xwe bide ber birçîbûnê."

'JINÊN KURD JI CÎHANÊ RE BÛN MÎNAK'

Di dewama axaftina xwe de Forenza bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd û anî ziman, jinên Kurd bi têkoşîna xwe ji tevahiya cîhanê re bûye mînak. Forenza bi bîr xist ku di axaftina xwe ya doh de ya li Parlamenta Ewropayê wê bal kişandiye ser berxwedana Leyla Guven.

Yuksel Koç jî spasiya parlamenteran kir û anî ziman, heta niha ew 3 caran bi rayedarên CPT re rûniştin, lê wê saziyê heta niha wezîfeya xwe bi cih neaniye.

ÎKE: YÊ TECRÎDKIRÎ NE TENÊ OCALAN E

Berxwedêrên jin jî destnîşan kirin, têkoşîna wan di heman demê de ji bo tinekirina sîstema tecrîdê ya 20 slaan e. Bi navê çalakgeran Gulîstan Îke bi parlamenteran re axivî û anî ziman, sîstema tecrîdê ne tenê li dijî Ocalan e.

Îke diyar kir, gelên Tirkiyeyê, mûxalefet û jin hatine tecrîdkirin û ragihand, êrîşên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, her wiha hemû êrîşên îmhayê pêwendiya xwe bi tecrîdê re hene. Îke da xuyakirin, berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir û ew jî tevlî bûn, helwesteke li dijî kiryarên dij demokratîk.

'EM Ê BI SER BIKEVIN'

Îke diyar kir, ew daxwaza piştgiriya gelên Ewropayê bi taybetî ya jinan dikin û bi bîr xist, mûxatabên mijarê Konseya Ewropa û CPT ne. Îke destnîşan kir ku ew bi serketinê bawer in û têkoşîna wan jî ji bo nifşên nû ye.

MARIE-PIERRE VIEU JÎ SERDANA ÇALAKGERAN KIR

Ji parlamenterên Fransayî yên Parlamenta Ewropayê Marie-Pierre Vieu jî di nava rojê de ji bo demeke kurt serdana çalakgeran kir.