Parlamenterê Swîsreyî: Tecrîd ne ya qebûlkirinê ye!

Parlamenterê Swîsreyî Raoûl Jaeggî got, "Ji ber ku ti rê li pêşiya mirovan nehate hiştin, mirovan ji bo îfadekirina fikrê xwe dest bi greva birçîbûnê kirin" û diyar kir, tecrîdkirina Ocalan ne ya qebûlkirinê ye.

Parlamenterê Kantona Jûra ya Swîsreyê û endamê Meclîsa Şaredariyê ya Herêma Haûte-Sorneyê Raoûl Jaeggî li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven tên kirin, ji ANF'ê re nirxand.

'TIŞTEKÎ METIRSÎDAR E KU MIROV JI BER NÊRÎNÊN XWE TÊN GIRTIN'

Jaeggî got, "Beriya her tiştî ne tiştekî qebûlkirinê ye ku mirov ji ber nêrînên xwe yên siyasî bikevin girtîgehê. Ev yek me dixe nava tirs û fikaran. Mirov ji ber nêrînên xw eyên siyasî tên kirin û ev jî têrê nake; mafên van mirovan li girtîgehan jî ji destê wan tê girtin. Ti pêwendiya vê yekê bi demokrasiyê nîne û ne ya qebûlkirinê ye."

'TECRÎD NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'

Jaeggî diyar kir ku ew tecrîdkirina Ocalan qebûl nake û got, "Derbarê pêkanînên dijî Ocalan de bi têrkerî agahiya min tine be jî, ne ya qebûlkirinê ye ku mirovek bê tecrîdkirin û mafên wî jê bên stendin. Divê ti kes ji ber nêrînên xwe yên siyasî neyên zindanîkirin. Ji vê jî wêdetir, tecrîdkirina kesekî ku lîder tê dîtin û birîna têkiliya wî bi gel re, ne rast e."

Jaeggî got, "Ji ber ku ti rê li pêşiya mirovan nehate hiştin, mirovan ji bo îfadekirina fikrê xwe dest bi greva birçîbûnê kirin" û diyar kir, wateya grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven tên lidarxistin wiha ye.

RAYA GIŞTÎ YA EWROPAYÊ PKK'Ê WEKE 'RÊXISTINEKE TERORÎST' NABÎNE

Jaeggî diyar kir, dewletên Ewropayê PKK'ê weke 'rêxistineke terorîst' bibînin jî, raya giştî ya Ewropayê bi vî rengî nabîne û got, "Hin welatên rojavayî PKK'ê weke rêxistineke 'terorê' dibînin, lê li aliyê din ji bo şerê li dijî DAÎŞ'ê destekê dibin. Ev nakokî ye. Lê belê raya giştî ya Ewropayê bi çavên dewletên xwe li PKK'ê nanêrin. Ji bo gelên Ewropayê PKK êdî rêxistineke terorê nîne. Hêza herî girîng a li Rojhilata Navîn li dijî DAÎŞ'ê şer dike Kurd in, kes nikare vê înkar bike." Jaeggî diyar kir ku divê ji bo oxira berjeweniyên aborî û polîtîk êdî PKK li nava lîsteya 'rêxistinê terorê' neyê hiştin û got, "Pêwîste Ewropa navê PKK'ê ji wê lîsteyê derxîne. Bi dîtina min PKK rêxistineke terorê nîne."

Jaeggî di dawiya axaftina xwe de işaret bi firotina çekên Swîsreyê ji bo Tirkiyeyê kir û bi bîr xist ku ev çek li nava Tirkiyeyê, li Sûriyeyê li dijî Kurdan tên bikaranîn û xwest, firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bê rawestandin.