Parîs, Berlîn û Londrayê banga ‘Îran’ê li DYA’yê kirin
Fransa, Elmanya û Kralîyeta Yekbûyî bang li DYA’yê kirin ku şîrketên Ewropî ji biryara pêkirinê ya DYA’yê ya li ser Îranê bêrî bin.
Fransa, Elmanya û Kralîyeta Yekbûyî bang li DYA’yê kirin ku şîrketên Ewropî ji biryara pêkirinê ya DYA’yê ya li ser Îranê bêrî bin.
Wezareta Aborî û Karê Derve ya sê dewletan nameyeke hevpar nivîsîn û ji DYA’yê xwestin ku şîrketên Ewropayê ji biryara pêkirinên ser Îranê bêrî bin.
Nameya ku ji bo Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Mîke Pompeo û Wezîrê Gencîneyê Steven Mnuchen re hatî nivîsîn, ji hêla Wezîrê Aboriyê yê Fransayê Brûno Le Maîre ve li ser Twîtterê bi raya giştî re hate pavekirin.
Di nameyê de hate gotin, ‘’Em hevalbend, ji DYA’yê daxwaz dikin ku ji wan tevdîran ku wê ziyanê bidin berjewendiyên berevaniyê ya Ewropayê dûr bimînin.’’
Her sê welatên Ewropayê gotin, ‘’Her çendî DYA’yê biryar li ser xwevekişandina ji peymana nukleerê ya Îranê dabe jî, em qanih bûne ku ev rêya herî baş e ku nehêle îran çekên nukleer bi dest bixe.’’
Nûnera Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî jî ku îmzeya xwe li nameye dabû, xwest ku DYA hurmetê bide biryara siyasî ya Ewropayê û piştî peymana nukleerê ya li Viyanayê hatî îmzekirin û xwest ku ji pêkirinan şîrketên Ewropayê yên ku bi Îranê re kar dikin bêrî werin hiştin.
Di navbeyna Îranê û hêzên mezin de 2015’an li Viyanayê li ber bernameya nukleerê lihevkirinek çêbûbû. Li gorî peymanê di ber wê de ku Îran wê bes hewl bide ku bombeyên atomê çêbike, qonax bi qonax wê pêkirinên aborî yên li ser Îranê bihata sivikkirin. Piştî ku rêveberiya Donald Trûmp 8’ê Gulanê biryar li ser da ku ji peymanê vekişe, welatên Ewropî hewl didin ku peyman bidome. Li ser şîrketên Ewropî ku bi Îranê re kar dikin jî gefa pêkirinê ya DYA’yê heye.
Rêveberiya Amerîkayê diyar kir ku biryara pêkirinê di cih de wê sazkar bibe û ji bo ku şîrketên biyanî dawî li xebatên xwe yên Îranê bînin 180 roj wext daye.