Parêzvanên mafên mirovan hatin girtin

Di nava 4 parêzvanên mafên mirovan ên piştî binçavkirinê hatibûn berdan de, Nalan Erkem û Îlknûr Ustun hatin girtin.

Di nava 10 kesên li Buyukada ya Stenbolê hatin binçavkirin de, 4 kes hatibûn berdan. Ji van çar kesan Nalan Erkem a ji Komeleya Welatiyan a Helsînkî li Stenbolê û Îlknûr Ustun jî li Enqereyê hatin binçavkirin. Erkem û Ustun hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

ÇI QEWIMÎ BÛ?

5'ê Tîrmeha 2017'an li Buyukada di civînekê de Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Îdîl Eser, ji Komeleya Rojeva Mafên Mirovan Gunal Kûrşûn, Ozlem Dalkiran, Velî Acû, Alî Garavî, Peter Stêudtner, Nalan Erkem, Şeyhmûz Ozbeklî, Nejat Taştan û Îlknûr Ustun hatibûn binçavkirin û 5 roj berê derketibûn pêşberî dadgehê. Ji van parêzvanên mafên mirovan 6 kes bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistina terorê" hatin girtin. Nalan Erkem, Şeyhmûz Ozbeklî, Nejat Taştan û Îlknûr Ustun bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Li ser îtiraza dozger, duh bi şev biryar hate dayin ku her çar kes werin girtin.