Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin, ku 36 meh in nikarin agahiyê jê werbigirin, serlêdanên nû kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin ku sê sal in nikarin agahiyê jê werbigirin, serlêdan kirin.

Serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê hate kirin.

Têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Bersiv ji serlêdanên ji bo hevdîtinê nayê dayin. Carna jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn.