Parêzera şoreşger a Tûnisî xelata Olof Palm wergirt

Parêzera şoreşger a Tûnisî xelata Olof Palm wergirt

Xelata Serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme yê ku sala 1986’ê hate qetilkirin, ku her sal tê dayin, îdal dan parêzera şoreşger a Tûnisî Radhia Nasroui û parêzer Waleed Samî al-Khair ê ji Erebîstan Siûdî.

Navenda Olof Palme ji ber têkoşîna azadî û demokrasiyê ya parêzera şoreşger a Radhia Nasraoui ya bi dirûşima “ger em dengê xwe dernexin, em ê bibin hevparên suc” û ji ber têkoşîna ji bo mafên wekheviya jin û mêran li Erebîstan Siûdî parêzer Waleed Sami Abu al-Khair hêjayê xelatê dît.

Nasraoui û Abu al-Khair dê roja 25’ê çileya 2013’ê li Parlementoya Swêdê bi merasimekê xelatên xwe werbigirin.