HEVDÎTINA BI RÊBER APO RE HATE KIRIN
Endamê Heyeta Îmraliyê ya dawî û yek ji parêzerên Rêber Apo Faîk Ozgur Erol li ser detayên hevdîtinê axivî.
Ozgur Erol anî ziman ku serdan ji bo wan gelekî balkêş û hêja bû û got, "Piştî bi salan me hem çavdêrî li şert û mercên Îmraliyê kirin hem jî careke din Birêz Ocalan rû bi rû dîtin ku ev yek gelekî hêja û bi qîmet bû. Li Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gelek hevalên min hene ku bi salan e kedê didin ji bo karibin xwe bigihînin wê derê, çavdêriyê li maf û şert û mercên li wê derê bikin. Li gel vê yekê gelek siyasetmedar jî hene ku ji bo vê pêvajoyê kedê didin. Her wiha derdoreke cidî ya gel heye ku vê pêvajoyê dişopîne û dixwaze tecrîd bi dawî bibe. Ya rast ev serdana keda hevpar a hemûyan e. Di hevdîtinê de me firsend dît ku hem Birêz Ocalan hem Birêz Hamîlî Yildirim, hem Birêz Veysî Aktaş hem jî Birêz Omer Hayrî Konar bibînin. Hevdîtineke gelekî samîmî bû. Ji ber vê yekê serdaneke bi bandor bû.
Rojeva hevdîtinê jî bi temamî ev metna bangawaziyê bû. Hemû li wir bûn, heyeta me bi temamî li wir bû, hevdîtineke giştî hate kirin. Bêguman yê diyarker Birêz Ocalan bû. Me bi giranî guhdarî dikir. Dem bi dem hevdîtin veguherî şêweyê pirs û nîqaşê. Ji xwe ew bi metna ku bi destan nivîsandibû hat û got, 'Divê navekî li vê bikim; difikirim ku jê re bibêjim banga aştî û civaka demokratîk'. Ji destpêkê ve navekî bi vî rengî li metnê kir. Piştre dest bi nirxandina metnê kir. Destpêkê ew metn ji me re xwend Di dema xwendinê de dem bi dem sekinî û hevok bi hevok daxuyanî da. Lewma ew serdan û sohbeta ku sê saet û nîvan dewam kir veguherî vegotina wê metnê. Destpêkê careke din qala dîroka têkiliyên Kurd û Tirkan kir. Piştre jî qala hewldanên ji bo bidawîkirina şer kir ku ji Ozal û vir ve vegot. Nêzîkatiyên darbekar ên li hemberî vê yekê jî vegot. Dikarim bibêjim ku beş bi beş vegot."
Faîk Ozgur Erol ragihand ku rewşa Rêber Apo ji ya di wêne de xuya dikir hîn baş û li ser xwe bû û got, "Hîn serbilind, bi moral û xurt bû. Rastiyeke bi vî rengî jî heye; Birêz Ocalan 26 sal in li wê derê ye, di nava wan şert û mercan de ye. Divê ev yek teqez bê dîtin. Hûn 26 salan di nava şert û mercên giran ê tecrîdê de ne, derfetên we yên ragihandinê gelekî kêm e, têkiliya we ya bi cîhana derve re bi temamî yan jî bi giranî qut bûye û li gel vê yekê jî xwedî wê hêz û îradeyê ne ku di meseleyeke ewqasî girîng de pêvajoyê bi rê ve bibe. Ev gelekî girîng e.
Binihêrin, ji heyetê hevalek-du hevalan gotin, di vê demê de ji bo alîkarîdayinê em bên vê derê hinekî bi we re bimînin, bi hev re nîqaş bikin, pêşniyaran bikin. Ew jî li wan vegeriya û bi ken got, 'Hûn nikarin li vir îdare bikin'. Bi rastî jî ewqasî hêsan nîne. Û piştî vê nirxandina ji 3,5-4 saetan bi nîqaşan pêşniyar wergirt. Belê, me bandora tecrîdê ya fîzîkî dît, lê li gel vê yekê jî gelekî bi moral bû."
Weke parêzerê bi salan ê Rêber Apo, Faîk Ozgur Erol got, "Ji destpêkê ve hewldanên me yên bingehîn azadiya Birêz Ocalan e. Di vê mijarê de hîn guhertinek nîne. Berevajî, di nava şert û mercên heyî de divê teqez guhertin bêne kirin. Meseleya ku em jê re Mafê Hêviyê dibêjin, bingeha vê yekê ya hiqûqî ye. Daxuyaniya ku hate ragihandin jî bû bingeha vê ya siyasî."
Ozgur Erol destnîşan kir ku di rewşa heyî de meseleya heyî ew e ku Rêber Apo bibe xwedî derfetên ragihandin û xebateke azad û got, "Birêz Ocalan di vê meseleyê de çaroveyeke berfireh destnîşan dike. Rast nîne ku ev çarçove di metneke ji rûpelek û nîvî de bê asêkirin. Divê ev yek bê îzahkirin. Divê vê yekê li gel hevalên xwe îzah bike. Divê ew bi xwe karibe ji gel re îzah bike û bide fêhmkirin. Girîng e derfet bêna afirandin ku yekser karibe bi xwe xîtab bike. Derfetên ragihandinê yên berfireh divê bêne afirandin. Divê êdî qala tecrîdê neyê kirin, her wiha divê qala kiryarên li girtîgehekê jî neyê kirin. Derfetên vê yekê divê bêne afirandin."