Parêzer: Li dijî bêhiqûqiyê em di Nobeta Wijdan û Edaletê de ne

Ji Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz parêzerên Baroya Îzmîrê Guneş û Ozturk got, “Ji bo nehatina pergaleke ku em ê xwedî li wê dernekevin, divê em xwedî li Nobeta Wijdan û Edaletê derkevin.”

Parêzer Şukran Ozturk û Yûnûs Emre Guneş ên ku beşdarî Nobeta Edalet û Wijdanê ya HDP’ê ya li Îzmîrê bûn xwestin ku ji bo heq û hiqûqê hemû hempîşeyên wan piştgiriya çalakiya nobetê bikin.

Ji Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz parêzerên Baroya Îzmîrê Guneş û Ozturk çalakiya nobetê ji ANF’ê re nirxandin.

Parêzer Guneş diyar kir ku bêhiqûqiya li welat didome û ev bêhiqûqî herî zêde li ser Kurd û Kurdistanê tê kirin. Guneş got ku, “Bêhiqûqî herî zêde jî li girtîgehan tê kirin. Em Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz li hemberî vê bêhiqûqiyê li ber xwe didin û ji ber vê jî em tevlî vê nobeta Wijdan û Edaletê dibin.”

‘LI DIJÎ PERGALEKE KU EM Ê HIQÛQA WÊ NEPARÊZIN…’

Parêzer Ozturk diyar kir ku çalakiya nobetê gelekî girîng e û got, “Ji bo nehatina pergaleke ku em ê xwedî li wê dernekevin, divê em xwedî li Nobeta Wijdan û Edaletê derkevin.”