PAJK: Em ê dayika Gulîzar di dilê xwe de bidin jiyîn

PAJK: Em ê dayika Gulîzar di dilê xwe de bidin jiyîn

Koordînasyona PAJK'ê da xuyakirin, ku wefata dayika Gulîzar wan gelekî êşandiye û ji malbatê û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Koordînasyona PAJK'ê, bi wesîleya wefata Gulîzar Kaytan peyameke sersaxiyê weşnad. Di axuyaniyê de hat gotin, "Di têkoşîna me de kedkarên welê hene ku lehengên bênav in. Yek ji wan jî dayika me Gulîzar Kaytan e ku emrê xwe daye vê têkoşînê. Wefata wê em gelekî xemgîn kiriye, ji malbatê, xizmên wan, gelê Dêrsimê û tevahiya gelê Kurdistanê re em sersaxiyê dixwazin."

PAJK'ê diyar kir ku dayika Gulîzar dayika hemû PKK'yiyan e û got, "Qonaxên zehmet ên têkoşînê, bûn jiyana wê. Ji bilî têkoşînê ti jiyaneke wê nebû. Lewma dayika Gulîzar bi gotina di cih de dayika şoreşê bû."

PAJK'ê diyar kir ku ew soz dide hemû dayikan ku ji bo sekinandina rondikên çavan ên dayikan û jiyaneke bi rûmet, ew ê têkoşîna azadiyê ya esîl a bi PKK ya Rêber Apo destpê kiriye, bi ser bixînin û got, "Em ê dayika Gulîzar her tim di dilê xwe de bidin jiyîn. Em careke din soz didin ku em ê hêjayî dayika bin."