Osmanoglu ê 68 salî nehate tedawîkirin
Osmanoglu ê ku dawî li girêva birçîbûnê ya 168 rojan anî nayê tedawîkirin
Osmanoglu ê ku dawî li girêva birçîbûnê ya 168 rojan anî nayê tedawîkirin
Derkete holê ku Ferîdûn Osmanoglu yê ku bi mebesta piştevaniya li mamoste Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça 168 rojan ketî girêva birçîbûnê, li Fakûlteya Tibê ya Çapayê li beşê lezgîn bêyî ku were muayenekekirin hatiye şandin. Osmanoglu ê 68 salî ji bo ku nehate tedawîkirin nekarî dev ji girêvê biqere tansyiona wî kêm bû.
FAKÛLTEYA TIBÊ YA ÇAPEYÊ BÊYÎ KU MUAYENE BIKE ŞAND
Ferîdûn Osmanoglu, endamê Malbatên TAYAD’ê, ê ku dawî li girêva birçîbûnê ya 168 rojan anî nayê tedawîkirin.
Piştî ku Gulmen û Semîh ragihandin ku wan dawî li girêva birçîbûnê anîne Osmanoglu jî dawî li girêva xwe anî, ji bo tedawiyê çû Fakulteya Tibê ya Çapayê lê ji ber deriyê lezgîn ê nexweşxaneyê ew paş ve hatiye vegerandin. Zeynel Danaci yê ku bi Osmanoglu re çûyî nexweşxanê ji ANF’ê re axivî û got pêdivî pê nedîtin ku Osmanoglu muayene bikin û gotin, ‘’Rewşeke wî ya lezgîn tine. Duşemê bila biçe polîkîlînîkê.’’
Danacî got ji bo ku tedawî nebûye Osmanoglu nikare girêvê bi dawî bike, tansiyona wî kêm dibe û got wan rewş gihandina TTB’ê û Bûroya Hiqûqê ya Gel, Fakuleta Tibê ya Çapayê sonda Hîpokratan binpê kirine.