Orhan a HDP’î: Armanca êrîşan dawîkirina xebatên HDP’ê ne

Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan armanca operasyonên qirkirina siyasî ya bê navber ku nêzîkî hezar û 600 roj in didome, bi temamî xebatên HDP’ê bidin dawîkirin, lê nikarin vê biser bixin.

Li gorî rapora Hefteya Mafê Mirovan a HDP’ê, ji sala 2015’an û vir ve di operasyonên li dijî partiyê û hevparên wê 14 hezar û 530 kes hatine destgîrkirin, ji van 6 hezar kes jî hatin girtin. Wan yek ji bajarên bê navber oparasyonên qirkirin siyasî lê dom dike ye.

Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan a ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku sedemê esasî yên bidawînebûna qedexeyên li bajêr, astengkirina xebatên HDP’ê û bi gel re hatina ba hev e.

Orhan got: “Her roj rêveberên partiyê û endamên partiya me tên girtin. Êrîşên tên kirin bi temamî ji bo dawîkirina xebatên partiya me ne. Ji ber vê siyaseta hilweşayî jî ti bersivek nîne ku bidin gel.

Di roja îro de siyaset têk çûye, krîzên aborî her roja diçe kûrtir dibe. Di vê rewşa pandemiyê de AKP’ê ji aliyekê ve tenduristiya gel li ber çav negirt, yekê di berjewendî û rantê bikar anî û kete çiravê. Li beramberî vê siyaseta rizî ti bersivek nîne ku bide gel.”

Orhan bal kişand ser êrîşan û wiha domand: “ Tenê tiştek di destê wan de maye, ew jî êrîşkirina li ser HDP’ê ye. Bi gotina ‘teror’ xîtabî hestê nîjatperestan dike. Ji bo vê jî êrîşî HDP’ê dike. Diavêje ser avahiyên HDP’ê. Dixwazin xebatên siyasî bidin rawestandin. Digotin, ‘em ê tine bikin’ lê heta dawî nekin jî dev ji êrîşan bernadin.

Yek ji sedemê nedawîbûna qedexeyan astengkirina xebatên HDP’ê ye, astengkirina hatina me ya li gel civakê ye. Salek zêdetir ji bo qedexeya bajar pandemiyê dikin hincet, ev yek bi temamî tirsê li ser civakê avakirin û êrîşên li ser partiya me ye.

Xelkê Wanê tim li ber van pêkanînan li ber xwe daye. Ev pêkanînên ku li bajar tên kirin bi destê qeyûman didomin. Ev yek walî jî piştrast kir. Wezîr de. Li Wanê rewşek taybet heye. Divê ev wisa bê girtina dest. Lê bi ser neketin. Her roj rêveberên partiyê û endamên partiya me tên girtin. Êrîşên tên kirin bi temamî ji bo dawîkirina xebatên partiya me ne. Ji ber vê siyaseta hilweşayî jî ti bersivek nîne ku bidin gel.