Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin -NÛ BÛ

Li Edene, Skenderûn û Êlihê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.

Li Edeneyê, operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Bi sedan polîsên Tirk, danê sibehê bi wesayitên zirxî avêtin ser 15 adresand. Di dema serdegirtinê de deriyê malan şikandin û 12 kes bin çav kirin.

Duh û pêr jî 22 kes li Edeneyê hatibûn binçavkirin.

SKENDERÛN

Li navçeya Skenderûn a Hatayê, danê vê sibehê polîsên Tirk avêtin ser malan. Di serdegirtinê de gelek endamên HDP'ê hatin binçavkirin.

Çend ji kesên hatine binçavkirin ev in: Hevserokê berê yê HDP'ê yê navçeya Skenderûnê Abdûrrahîm Şahîn, rêveberê HDP'ê yê navçeya Skenderûnê Mehmet Şîrîn Aydin.

ÊLIH

Li Êlihê, 7 endamên meclîsa şaredariyê yên DBP'yî, ku ji aliyê qeyûm ve ji wezîfeyê hatin girtin, hatin binçavkirin.

Kesên hatine binçavkirin ev in: Hurriyet Kaytar, Ekrem Çelîk, Necmî Dîlmaç, Azîz Aksîn, Azad Çîftçî, Îkram Gozrnu, Nasir Taş.