Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin: 31 binçavkirî
Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin: 31 binçavkirî
Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin: 31 binçavkirî
Pêla girtin û binçavkirinan a polîsên Tirk li dijî gelê Kurd da destpêkirin, dewam dike. Di sergirtinên malan ên li Erzîrom, Aydin, Mêrdîn û Gimgimê de 31 kes hatin binçavkirin. Li gelek navçeyên polîs diavêjin ser malan jî, ketin û derketin hatiye girtin.
POLÎSÊ TIRK LI DÛ PROVOKASYONÊ YE
Polîsê Tirk ê ji aliyê êrîşa li hemberî daxwazên mafên demokratîk û binpêkirina mafên mirovan ve karneya xwe qels e, vê sibê li bajarên Serhedê li ser kar bû. Li Tekman a Erzîromê polîs û tîmên taybet danê vê sibê avêtin ser gelek malên li gund û taxan. Di serdegirtinan de polîsan zerar dan malan, heqaret û sixêf li mirovan kirin û 11 kes kirin binçavan. Piştî guhertina nû ya AKP'ê ku erka girtinê ya polîsan xurtir kir, şîdeta polîsan dijwartir bû. Firat Koçak, Mûsa Memîşoglû, Yahya Kemal Dogan, Recep Tepe, Mûrat Tepe, Beytûllah Tepe, Metîn Ozturk, Ferît Bûlak, Sînan Bûlak, Recep Tûran, Recep Sarikan ên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
11 kesên bi lêdanê hatin binçavkirin, bi hinceta ku beşdarî çalakiyên protestoyî yên 27'ê Îlonê yên li hemberî êrîşên li dijî Kobanê bûne, hatine binçavkirin.
LI GIMGIMÊ DÎMENÊN REWŞA AWARTE, TERORA POLÎSAN DEWAM DIKE
Li navçeya Gimgimê, beriya serdegirtina malan ketin û derketina navçeyê hat girtin û vê yekê rê li ber fikarin 'Hiqûqa rewşa awarte careke din tînin Bakurê Kurdistanê' vekir. Li navçeya Mûş Gimgimê, bi sedan polîsên tevgera taybet, bi maşînên zirxî avêtin ser gelek malên li navenda navçeyê. Di serdegirtinan de polîsan deriyê malan şikandin û herî kêm 9 kes kirin binçavan. Polîsên ku ji berxwedana gel tirsiyan, bi hejmareke zêde maşînên zirxî yên ji bajarên derdorê anî, ketin û derketina navçeyê girtin. Di serdegirtinên malan de Orhan Coşkûn, Maşallah Gumgum, Seyidxan Şahîn, Adar Barût, Çetîn Tûrgût, Bişar Akbal, Ercan Aktay, Elvan Dere û Samet Karahan hatin binçavkirin.
Tevî ku binçavkirî birin emniyeta navçeyê jî, polîsên dewleta Tirk kolanên navçeyê neterikandin û bi maşînên zirxî dor li navçeyê girtine.
LI NAZÎLLÎ YA AYDINÊ JÎ DEWLETA HIQÛQÊ NÎNE
Li Nazîllî ya Aydinê jî polîsan îro danê sibê avêtin ser malan û bi îdîaya beşdarî çalakiyên ji bo Kobanê bûne 8 kes kirin binçavan. Erkan Tayfûr, Heşem Akyuz, Engîn Akyuz, Ahmet Akyuz, Emîn Ekîcî, Ersîn Aylar Mûstafa Mûstafa Orhak û Erkan Beyazdûman ên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Nazîllî.
MÊRDÎN
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, bi sedema destek dane berxwedana Kobanê bang li xebatkarên Şaredariyê Wedat Erol, Abdulkadîr Odunç û M. Salîh Aydin hat kirin ku biçin Midûriyet Emniyetê ya Navçeyê û hatin binçavkirin.
Li navçeyê duh jî ji 3 kesên bi heman rengî bang li wan hatibû kirin, 2 kes hatibûn girtin.