Onder: Dewlet mehkûmî Ocalan e

Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder destnîşan kir, ku tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlana şer e û got, "Dewlet mehkûmî Birêz Ocalan e. Ne mecbûr e, mehkûm e."

Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder destnîşan kir, ku tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlana şer e û got, "Dewlet mehkûmî Birêz Ocalan e. Ne mecbûr e, mehkûm e. Ev yek êdî ne cihê nîqaşê ye; tecrîd tê wateya îlana şer li dijî gelê Kurd û vîna gelê Kurd. Ji ber vê yekê, pêwîste dewlet derhal biryarê bide ku wê çi bike. Eger dixwaze biryara aştî û demokrasiyê bide neçar e ji nû ve serî li rêbertiya Birêz Ocalan bide."

Onder bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyê jî û got, "Divê her saziyeke me, pêwîstî û ruhê xwerêveberiyê li qada lê ye bixe meriyetê."

Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, rojeva heyî ji ANF'ê re nirxand.

'BI XWE VEGIRTINÊ RE BILA HDP'Ê REXNE NEKIN'

Onder der barê hin rexneyên piştî Hilbijartinên Giştî yên 1'ê Mijdarê li HDP'ê tên kirin de ev nirxandin kir:

"Bi taybetî hin pêkhate, yên serbixwe yan jî hin hevalên di pêvajoyên biryardayîn û temsîliyetê de cih digirin, dema HDP'ê dinirxînin divê xwe venegirin û bi vî rengî vê nirxandinê bikin. Mîna ku HDP rêxistinbûyîneke gelekî cuda ye, gelekî dûr e, nirxandinê dikin. Bi dîtina min, kêmasiya bingehîn a ku piştî 1'ê Mijdarê de barê HDP û tevgera siyasî ya Kurd de tên kirin, ev e. Weke ku ew li derveyî me ne, nirxandinan dikin. Halbûkî HDP, berhema felsefeyeke welê ye ku mirovên deng nedane jî dikarin bendewariyên xwe bilêv bikin û li ser wê bingehê rexne û tevkariyê bikin. Vîneke damezrîner e. HDP yekane vîna xwedî wê hêzê ye ku dikare li Tirkiyeyê înşaya demokratîk pêk bîne. Ji ber ku bi tenê di çarçoveyeke teng a hilbijartinê de tê nirxandin, ev fonksiyon û rola wê ya pêşengiyê ji nedîtî ve tê. Lê belê, nêzîkatiyeke bi vî rengî ya bi zanebûn an jî nezanî, bi ti awayî ji bo HDP'ê ne xêr e û nayê wateya tevkariyê. Yên ku pêvajoyê dinirxînin, dema xwe jê vedigire, dikevin nava helwesteke ne rast."

DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ

Der barê nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû de Onder destnîşan kir ku helwesta wan, perspektîfek dixwaze herêmê û tevahiya cîhanê demokratîk bike ye û got, "Hin tişt hene ku ji aliyê pîvanî ve em diparêzin û dipejirînin. Modela me ya destûra bingehîn a nû, neçar e demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn, herêmê û tevahiya cîhanê bike hedef û xwedî perspektîfeke ewçend berfireh be. Yanî; pêşniyara me ya ji bo destûra bingehîn neçar e ji bo Rojhliata Navîn û tevahiya herêmê pêşniyareke derbasdar be; ji bo çareserkirina rewşa xitimandî, krîz û kaosa li heremê, rêber be. Ev yek jî divê gerdûnî be."

Onder bibîr xist ku xebatên li meclîsê yên ji bo destûra bingehîn 2,5 salan dewam kirin û anî ziman ku ev yek ji bo wan bûye tecrûbeyek. Onder got, "Di nava 2,5 salan de me lîteratura mûxatabên xwe fêm kirin; me fêm kir ku dema tiştek digot mebesta xwe çi ye; em dizanin ku di kîjan mijaran de wê helwesteke xitimandinê nîşan bide. Lewma aliyê me yê herî girîng; bîreke me ya saziyî heye."

'EGER LI CIZÎRÊ, LI FEBRÎQEYAN NEYÊ NÎQAŞKIRIN, BÊWATE YE'

Onder da xuyakirin ku ger pêvajoya destûra bingehîn a nû li komîsyonan bê ragirtin, ev yek wê ji aliyê serdestan ve bê manîpulekirin û got, "Di xebatên ji bo destûra bingehîn a nû de, em ê endaman bidin komîsyonê. Lê belê tevî vê yekê em ê hemû gelan, nasnameyan, xizanan, ciwanan, jinan û rêxistinên hawirdorê tevlî bikin. Pêwîste em ji xebatên komîsyonê bêhtir giraniyê bidin vê platformê û xebatên destûra bingehîn bi vî rengî bimeşînin. Yanî eger xebatên ji bo destûra bingehîn a nû li kolanên Farqîn, li Cizîr û Nisêbînê neyê nîqaşkirin û destnîşankirin, hingî wê ti hukmekî xwe di nava jiyanê de nebin. Eger xebatên li ser destûra bingehîn li febrîqeyên hatine taşeronkirin û berxwedan lê tê meşandin, li bazarên bêkaran neyê nîqaşkirin, wê ti wateya xwe nebin. Girîng e em zemîna destûra bingehîn a nû li van deran deynin û vê hevparîbûnê bixin rojeva xwe."

'BI HEZARAN MIROV DI BIN XETERIYÊ DE NE; EFÛYA GIŞTÎ ŞERT E'

Onder diyar kir ku li pêşiya destpêka nîqaşa destûra bingehîn di zemîneke tendurist astengiyek jiyanî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev jî, li Tirkiyeyê tevahî nûnertiyên siyasî yên têkoşîn dikin, Lİ ber xwe didin, îtîraz dikin, difikirin di bin tehdîda girtîgehê de ne yan jî di girtîgehê de ne.”

Onder ji bo rêya herî berhemdar a destpêka xebata destûra bingehîn ‘efûya giştî’ pêşniyar kir û got: “Pêwîst e xebata destûrek bingehîn a nû bi efûyek giştî ya ji bo tevahî girtiyên siyasî, bê şert, bê ku kesekî rencîde bike destpê bike. Bi awayekî din çêbibe wê baweriya wê bê nîqaşkirin. Dema em di mijarên rêxistinbûyinê û azadiya îfadeyê, azadiya çapemeniyê de pesnan didin, di zindanên Tirkiyeyê de bi hezarên mirovên ji ber van sûcan ceza xwarine hene. An jî bi hezaran mirovên di bin xeteriya vê de hene. Dema rewş wiha be, pêkanînek wiha wê şerm be, ne cidî be. Divê starta destûrek bingehîn a nû bi efûyek giştî bê dayîn.”

'PÊWÎST E HER SAZIYEK ME XWERÊVEBERIYÊ DI QADA XWE AVA BIKE'

Onder têkildarî berxwedanên xwerêveberiyan ên Bakurê Kurdistanê jî wiha got: “Mijara xwerêveberiyê mijareke avakirinê ye.” Onder wiha axivî: “Her kesî berê xwe daye mijara îlankirina wê. Ev qisma îlanê mijara avakirinê ji ber çavan dûr dixe. Hinekî sistayî tê de heye; ‘me îlan kir û bi dawî bû, dewletê destûr neda; ji ber vê jî ev mijar hat û di cihekî de asê ma.’ Ne tiştekî wiha ye. Esasê wê avakirin e û ev avakirin encamê têkoşînek yekbûyî ya organîk û gelekî berfireh e.Ji ber vê jî wê di nîqaşên destûra bingehîn de mijarên xwerêveberî, xwecîhî, xweserî bên nîqaşkirin lê dema em li dîroka me ya têkoşîna siyasî binêrin, mijara şaredariyên 2 zimanî ji bo vê mînakeke pir girîng e. Me ti caran şaredariyên 2 zimanî îlan nekiribû. Mirovan ev xistin meriyetê, bingeha wê amade kirin, ji gel re baş ragihandin. Di tevahî xebatên me yên siyasî yên wek mijarên propagandayên hilbijartinan, bi awayekî defacto dema tenê 2 Kurdên li me guhdar dikirin jî hebûna, bi Kurdî silavkirin, dane fêmkirin pêk dihat. Ceza stand, zilm dît. Lê niha asta em gihiştinê de li şaredariyên me xizmetên Kurdî û di hilbijartinan de propagandayên Kurdî hatiye wê nuqteyê êdî kes nikarin li ser nîqaş bikin, ji aliyê giştî ewqasî hat pejirandin. Dema em dibêjin avakirin hinekî em behsa vê dikin. Ji komîsyonên destûra bingehîn dane qebûlkirin an jî xistina hin qaliban, ji hepskirinê zêdetir divê ruhê xwerêveberiyê, pêwîstiyên wê her saziyên me di qada xwe de bixe meriyetê. Ji bo mirovên din, mirovên bi fikar û gûmanên wan hene deynê me yê bersivdayinê heye.”

'TECRÎD ÎLANA ŞER E!'

Onder xwest ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tavilê bê rakirin, wiha axivî:

“Dewlet mehkumî Birêz Ocalan e. Ne mecbûr e, mehkûm e. Ji ber vê jî ez bawer im di vê nuqteyê de ev nirxandin kirine; Birêz Ocalan têkildarî pêşveçûnan bi pêşdîtina xwe ya siyasî der barê pêvajoyê çi gotibû bi cih hat. Ev tevahî pêk hatin. Dewlet bi mîlyar dolaran ji bo hin kesan vediqetînin; îstîxbaratan, analîstan, vir de û wê de yan.Birêz Ocalan di hucreya xwe ya 4 metreçarçik de van tiştan tevahî dibîne. Êdî tiştekî nayê nîqaşkirin heye; tecrîd li hemberî gelê Kurd û îradeya wan îlana şer e. Ji ber vê jî dewletê wê çi bike divê tavilê biryarê bide; eger dixwaze biryara xwe ji aliyê aştî û demokrasiyê bikar bîne neçare ku ji nû ve serî li rêbertiya Birêz Ocalan bide.”

JI BO ROJAVA BANG

Onder têkildarî pêşketinên Rojava jî axivî, xwest ku her kes bala xwe bide herêmê. Onder bang li siyasetmedarên Kurd ên der barê Rojava de cuda difikirin jî kir. Onder wiha got: “Dewlet li kolanên Farqînê, Cizîrê, Silopiyayê, Nisêbînê bi dirûşmên ji Mahmût Esat Bozkûrt, Hîtler ji faşîzmê digire bi awayekî zelal helwesta xwe diyar dike. Êdî roj hatiye, divê nîqaşên ne jiyanî mirov neke weke navendeke mijarên jiyanî. Ji ber ku faşîzm di serî de gelê Kurd tevahî mirovahiyê dike hedef, li cîhanê heta niha tiştekî herî dûrî mirovatiyê, herî bê exlaqî û xeter e. Kesên ku dibêjin, ‘lê bila tevgera siyasî ya Kurd jî wiha nekira’, bila li nivîsên ser dîwarên li bajarên Kurdan binêrin, wê bersiva xwe ji wir bigirin.”

'PÊWÎST E AKP PIŞTGIRIYÊ BIDE BERXWEDANA KURDAN A LI ROJAVA'

Onder li hemberî polîtîkaya AKP'ê ya têkildarî Rojava nerazîbûn nîşan da û ev bang kir:

"Mezinbûna AKP'ê; şert û mercên hilbijartinê yên ne adil û wekhev, weke ku hemû mirovan bi hesta ewlekariya can û qaşo îstîkrarê rehîn bigirin, ji ber sedemên sereke mezinbûneke hormonî ye. Eger tê fikirîn ku gumaneke wan a demokratîk heye, divê berxwedana Kurd a li Rojava ji xeta sor were derxistin, dest ji nêzîkatiya feraseta qedestrotî ya rojhilat û rojavayê Firatê bê berdan, pêwîst e tevlî vê feraseta azadîxwaz bibin. Eger vê nekin an jî nikaribin bikin, wê sibe dîrok çîroka tinebûna AKP’ê, bi hevoka ‘Dijmintiya li hember Rojava bû destpêka dawiyê” binivisîne.

Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder bal kişand ku niha senaryoyeke ji bo Girtîgeha Amedê hatiye nivîsandin dixwîne û wiha got: "Min şevê din ev senaryo qedand. Ecebê ku hemû zilm û rîtuelên li girtîgehê bi awayekî sîstematîk tên kirin, weke Girtîgeha Amedê hatiye destgirtin, ji vir berxwedan û polîtîkaya pelçiqandina gel hema weke hev e.”