Oker: Dîktatorî bi HDP'ê dikare were hilweşandin
Li bajarê Lorient ê li rojavayê Fransayê konferansek hate lidarxistin ji bo destek ji HDP'ê re bê dayin.
Li bajarê Lorient ê li rojavayê Fransayê konferansek hate lidarxistin ji bo destek ji HDP'ê re bê dayin.
Konferans doh êvarê saet 20'an li Komeleya Çanda Elewiyan a Morbihanê pêk hat. Bi sedan kes tevlî konferasê bû. Serokê rûmetê yê AABK'ê Tûrgût Oker jî weke qiseker beşdarî konferansê bû.
Oker bang li dengdêrên li Fransayê kir ku wê ji 7'ê Hezîranê û pê ve dengê xwe bidin û got, li dijî dîktatoriyê li dora HDP'ê li hev bicivin.
Oker destnîşan kir ku dîktatorî bi rêya HDP'ê dikare were hilweşandin û destnîşan kir, her Elewiyeke/î xwedî wijdan û berpiryarî divê li kêleka HDP'ê be.
Oker ku namzeta wî ya parlamenteriyê ji aliyê YSK'ê ve hate redkirin got, "Em dildarên HDP'ê ne, ne li pey meqaman e."
Oker diyar kir ku armanca wan berxwedana li dijî zilm û dîktatoriyê ye û got, "Bi erk û berpiryariya xwe divê em hîn bêhtir bixebitin."
Hevserokê AKM a Rojavayê Fransayê Îmam Yalvaç jî di nav de nûnerên gelek saziyan li konferansê axivîn û ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bang kirin.