OHP’ê rapora têkildarî greva birçîbûnê ragihand
OHP’ê têkildarî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger rapor amade kir û weşand.
OHP’ê têkildarî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger rapor amade kir û weşand.
Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) têkildarî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a zindanan raporek weşand. Di raporê de hate gotin ji 15’ê Sibatê ve 171 girtiyên siyasî bi rengekî bêdem û bêdorveger û ji 15’ê Adarê ve j îli hemû girtîgehan greva birçîbûnê ya bi 5 rojan dorvegerî didome.
Di raporê de hate gotin girtiyan bi daxwazên ‘’Rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Ewlekariya Wê Zêde ya Tîpa F a Imraliyê, , bidawîkirina operasyonên binçavkirin, girtinên berbelav ên li ser Kurd, demokrat û muxalîfan, bi mebesta bidawîkirina zexta siyasî û leşkerî, dawîlêhatine kirinên der-însanî û nebaş’ dest bi grevê kirine.
Di raporê de wiha hate gotin:
*Girtiyên ku li Şakran T2, T3, T4 û girtîgeha jinan dest bi girevê kirine ketin roja 54, 47 û 40’î. Her wiha li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan jî ku pêşî dest pê kiribin, 7 jinên girtî ev 46 roj in di grevê de ne.
* Li Îzmîr Şakranê li T2, T3 13 girtî ev 54 roj in di grevê de ne. Li Şakran T2 8 çalakgerên greva birçîbûnê li gel du girtiyên ku li wan dinerin birin heman odeyê.
* Di serî de li Şakran û Sîncanê kontrola kîlo û tansiyonê yên girtiyan bi giştî bi roj ji hêla ekîba tendiristiyê ya girtîgehê ve tê kirin. Diyar bû ku ev kontrol li Şakranê piştî roja 20’an dest pê kiriye. Bi rengekî guherbar B1, B12 (250 mg), Neûvîtan, Devît3, Beneday didine girtiyan. Ev vîtamîn li gorî celebê wan hefteyê carekê didine wan. Li gel vê jî diyar bû ku vîtamîna B nadin girtiyê li girtîgeha Tarsûsê.
*Çalakgerên grevê xwê, şekir û avî (lîmonata, çay, ava fêkî ) bi kar tînin. Van jî bi derfetên xwe distînin.
*Bi çalakgerên grevê re (bi taybetî li Şakran û Sîncanê) şopên nexweşiyên giran dest pê kirine. Rojên 40 û 50’î ji bo her girtiyî xwedî rîskên jiyanî ye. Çavdêrî hate kirin ku bi çalakgerên grevê re problemên weke kêmbûn û zêdebûna tansiyonê, zêde lêxistina dil, reşbûna derdora çav, bêhalî, dilxelînî, êşa zik, guvaştin, êşa movikan, sergêjînekî, başnedîtin, ji qeremketin, axaftina bi zorê, jibîrkirin, daqurtandin, zingîniya guh, kombûna tortê ya li ser ziman û qirikê çêbûne.
*Diyar bûye ku memûrên înfazê, jandarma û peywirdarên din li girtîgeha Şakranê bi rengekî provakatîf, kêmdîtin, gotinên rûmetşikîn bi ser çalakgerên grevê de diçin. Nêzîkatiya psîkolojîk û tehdeya fizîkî li girtîgehên din jî bi rengekî berbelav pêk tê.
*Li Şakranê piştî Rewşa Awarte aktîvîteyên sosyal hatine rakirin û hê jî ev didome. Li Sîncanê Girtîgeha Jinan jî piştî ku girtî ketin grevê nahêlin ku derkevin qada hevpar.’’
Di raporê de wiha hate gotin:
‘’Li girtîgehên Tirkiyê hema hema di ser demê de têkildarî girtinên polîtîk ên girseyî grevên birçîbûnê tim dibine rojev. Beriya ku bibe trajedî an jî ji hêla çalakgerên ku ketine grevê ve bêyî ku ziyaneke mezin bigihe wan çareserî, pir girêdayî wê ye ku rayedar bi rêya diyalogê nêzî daxwazên wan bibe. Sedema ku beşek ji daxwazan polîtîk/huqîqî ne ew e ku kesên ku greva birçîbûnê didomînin bi giştî girtiyên polîtîk in. Rêlibervekirina hevdîtinê ya bi parêzer û malbatan re a li girtîgeha Imraliyê û dawîlêanîna binçavkirin û girtinên k.êfî yên ku di taybetî di dema Rewşa Awarte de bi rengekî bê hiqûqî û bê kontrol dibin, di dewletên demokratîk û hiqûqî de ji hêla civakê ve daxwazên hewce, hiqûqî û meşrû ne. Di civakên demokratîk de ne pêkan e ku were qebûlkirin destûr neyê dayin ku hiqûqnas nikaribin biçin girtîgehê.
Têkildarî vê li girtîgehan divê binpêkirina mafan û sînordarkirin (lêgerîna tazî, ferzkirina lêgerîna tazî ya li ser kesên ku têne hevdîtinê, di dema rakirina revîrê,nexweşxane, dadgehê de derblêxistin, tehde, sînordarkirina pirtûkan ,sînordarkrina serdanê, cezayên disîplînê yên ku pir têne dubarkirin, kirinên nîzama leşkerî ) ku tê fêhmkirin piştî 15’ê Temûza 2016’an zêdetir bûne, divê bidawî bibin. Êşa ku di avaniya girtîgehan de heye, bi rengekî ku ji bo girtiyan were zêdekirina vê, wê were maneya binpêkirina qedexeya êşkence û tehdeyê.
Ji ber vê yekê;
*Ji bo daxwazên hiqûqî yên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bên qebûlkirin, rayedarên Wezareta Edaletê hevdîtin û lêkolînan bikin û bi vî rengî rê li ber bidawîbûna çaakiyê were vekirin
*Divê heyetên doktor û hiqûqnasan ên serbixwe karibin li girtîgehan lêkolînê bikin û bi girtiyan re rûnên
*Pêwîste vîtamîna ku ji bo çalakgeran gelekî girîng e bê dayîn, astengiyên li pêşiya vê werin rakirin. Em raya giştî ya demokratîk dikin, ku bala xwe li ser grevên birçîbûnê û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan be."
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DI ROJA 54. DE NE
Di raporê de, li ser rewşa dawî ya grevên birçîbûnê ev agahî hatin dayîn:
Dema destpêkirinê, girtîgeh, hejmara çalakgeran û rojên grevê
15'ê Sibatê, Şakran T2, 8 girtî, 54 roj
15'ê Sibatê, Şakran T3, 5 girtî, 54 roj
22'ê Sibatê, Şakran-Jin, 5 girtî, 47 roj
23'ê Sibatê, Sîncan-Jin, 7 girtî, 46 roj
1'ê Adarê, Şakran T4, 8 girtî, 40 roj
8'ê Adarê, Tekîrdag T1, 10 girtî, 33 roj
15'ê Adarê, Tarsûs-Jin, 5 girtî, 26 roj
22'ê Adarê, Şakran T4, 7 girtî, 19 roj
27'ê Adarê, Bolû Tîpa F, 10 girtî, 14 roj
30'ê Adarê, Antalya Tîpa L, 5 girtî, 11 roj
1'ê Nîsanê, Hatay Tîpa T, 11 girtî, 9 roj
3'ê Nîsanê, Sîncan-Jin, 9 girtî, 7 roj
4'ê Nîsanê, Girtîgeha Kepsûtê, 6 girtî, 6 roj
4'ê Nîsanê, Duzce Tîpa T, 4 girtî, 6 roj
5'ê Nîsanê, Menemen T2, 4 girtî, 5 roj
5'ê Nîsanê, Gebze Tîpa M, 7 girtî, 5 roj
5'ê Nîsanê, Sîlîvrî Hejmara 5, 10 girtî, 5 roj
5'ê Nîsanê, Bandirma T, 21 girtî, 5 roj
6'ê Nîsanê, Kiriklar F2, 12 girtî, 4 roj
6'ê Nîsanê, Şakran T2, 12 girtî, 4 roj
6'ê Nîsanê, Şakran-Jin, 2 girtî, 4 roj