Rêxistina Yekitî û Pêşvebirina Aboriyê (OECD) raporek amade kir û di raporê de tê nîşanda ku ferqa hatin-çûn ya navbera jin û mêran de hêj nehatiye girtin. Li hemû welatên girêdayên OECD ji her diçe zêdetir giringiyê didin amadeyî û dibistana bilind, lê mêrên ku heman perwerde dîtine li gorî jinan zêdetir qezenc dikin û jin kêmtir dixebitin.
Ligorî rapora OECD ku 34 welatî di nav xwe de di hewîne û bi giştî ji welatên pêşveçûyî pêk tê, xebatkarên jin yên ku di heman pîşeyê de dixebitin li gorî mêran ji sedî 16 kêmtir qezenc dikin. Ger rêveberên payebilind jî tevlî vê bibe, di navbera heqdestê jin-mêran de ji sedî 21 ferq derdikeve holê.
Sedemeke din ya ku derfeta jinê ya di qada pîşeyî de kêm dike ewe ku, jin zarokan mezin dikin. Li gorî daneyên di rapora OECD’ê de cih digirin, jineke endamê malbateke ku yek û ji yekê zêdetir zarokên wan hebin li gorî hevjînê xwe ji sedî 22 kêmtir qezenc dike. Di navbera mêr û jinên xwedî zarok de li Japonyayê ji sedî 61 ferqa heqdestê derdikeve holê. Rêjeya herî kêm ji sedî 3 Îtalyaye.
Malbatên ku qet zarokên wan tunene, ferqa heqdestê wan ji sedî 7’e. Ev yek jî nîşan dide ku, jinên ku zarokên wan tunene li gorî hevjînên xwe zêdetir bi derfetin.
DI DUCANIYÊ DE WENDAHIYA HATINÊ ZÊDE DIBE
Di raporê de xaleke din ya girîng ewe ku, jin di dema ducaniyê de rastî wendahiya hatinê tên. Li seranserê OECD’ê jin di dema ducaniyê de ji sedî 14 rastî wendahiya hatinê tê. Başûrê Koreyê di rewşa ducaniya jinan de welatê herî dezavantaje, li welatên Spanya û Îtalyayê jî qet wendahiya hatinê çênabe.
Di rapora OECD’ê de ji welatên endam tê xwestin ku, ji bo mêr jî derketin destûra welîdinê bila polîtîka bên teşfîk kirin û pêşî li qelsbûna hêza kar ya jinê bigire. Li gorî raporê ferqa hatinê ya di navbera jin û mêran de, li welatên ku îstîhdama jinê bilinde de kêm tê dîtin.
JIN ZÊDETIR PERWERDEKIRÎNE LÊ…
Xalekedin ya di raporê de balê dikişîne ewe ku, hevsengiya perwerdê ya di navbera mêr û jinan de. Li gorî mêran jin zêdetir giringiyê didin amadeyî û dibistana bilind. Mînak li Almanyayê mêrên temenê wan di navbera 25-34’an de rêjeya dîplomaya dibistana bilind bi wan re ji sedî 25 û bi jinan re jî ji sedî 27’e. Lê li welatên wekê Almanya, Awûstûrya û Swîsreyê jinên bi mêran re heman perwerde dîtine, li gorî mêran bi pereyekê kêm tên xebitandin an jî kar nabînin.
Li gorî raporê li welatên endam ji sedî 30 kargeriyên faliyetê dimeşînin ji aliyê jinan ve tên bi rêvebirin. Her wiha dîsa kargeriyên jinan vekirine an jî bi rêve dibin, li gorî yên din ji sedî 30 û 40 kêm qezenc dike.