Ocalan: Pêkanîna temînata qanûnî elzem e
Ocalan: Pêkanîna temînata qanûnî elzem e
Ocalan: Pêkanîna temînata qanûnî elzem e
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku "Pêşnûmeya Pêvajoya Muzakereyê ya Demokratîk û Aştiyê" ji aliyê giştî ve diyar bûye û anî ziman ku wan bi heyeta dewletê re bi berfirehî li ser nîqaş kirine. Ocalan destnîşan kir, ku di qonaxên ji niha û pê ve yên pêvajoyê de, pêwîstî bi pêkanîna temînatên qanûnî yên çareseriya demokratîk heye û got, "Ev nebe, xwegihandina armanca demokrasî û aştiya dawîn, ne pêkane."
Heyeta Îmraliyê ya ji Cîgirên Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken, Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Hatîp Dîcle pêk tê, der barê hevdîtina duh a Abdullah Ocalan re daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heyeta me di 29.11.2014'an de li Girava Îmraliyê bi Birêz Ocalan re bi qasî 4 saetan hevdîtinek pêk aniye. Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî tevlî heyeta me bûye" û ev agahî hat dayîn:
"Di hevdîtinê de, asta pêvajoya çareseriyê gihaştiye, nêzîkatî û polîtîkayên heyî yên hikûmeta AKP'ê, xebatên Kongreya Neteweyî ya Kurd, di serî de Kobanê û Rojava rewşa li Rojhilata Navîn û mijarên din ên rojane bi berfirehî hatine nîqaşkirin û nirxandin.
Birêz Ocalan daye xuyakirin, ku 'Pêşnûmeya Pêvajoya Muzakereyê ya Demokratîk û Aştiyê' ku demeke dirêj li ser dixebitî ji aliyê xetên giştî ve diyar bûye, bi heyeta dewletê re li vê bi berfirehî nîqaş meşandiye û di asta heyî de li ser çarçoveyeke muzakere li ser bê meşandin, li hev kirine.
Ev pêşnûmeya muzakereyê bi heyeta me re jî hatiye parvekirin û ev pêşnûme wê di dema herî nêz de ji bo agahdarî, pêşniyar û tevkariyan pêşkêşî gelên me bê kirin.
Heyeta me, wê 'Pêşniyarên Çareseriyê', 'Sernavên Muzakereyê' û Plana Çalakiyê ya di vê pêşnûmeyê de hatiye diyarkirin, piştî bi hemû alî û paydarên pêvajoyê re nîqaş kir û gihand radeyekê, ew ê encamên wê di dema herî nêz de ji Birêz Ocalan re ragihîne.
'AFIRANDINA TEMÎNATÊN QANÛNÎ ELZEM E'
Ji aliyê Birêz ocalan ve bi awayekî zelal, bi israr û biryardar hatiye destnîşankirin, ku di qonaxên ji niha û pê ve yên pêvajoyê de, afirandina temînatên qanûnî yên ji bo çareseriya demokratîk elzem in, ev nebe xwegihandina armanca demokrasî û aştiya dawîn ne pêkan e.
Di vê çarçoveyê de, hem hatina komên aştiyê ya di Pêvajoya Xabûrê de û mehkûmiyeta ev mirov lê rast hatine hat nirxandin, hem jî li şûna watedarkirina meşa vekişîna gerîla ya di dema destpêka pêvajoyê de giranîdayîna li çêkirina qereqol û HES'an, bi berfirehî hatine nirxandin.
'DIVÊ HIKÛMET BI BERPIRSYARIYÊN XWE RABE'
Birêz Ocalan diyar kiriye, ku bêyî pêkhatina ewlehiyên qanûnî di vê banga xwe de wî şaşitî kiriye û ji ber vê şaşitiyê jî rexnedayîna xwe daye tevahiya gelên Tirkiyeyê.
Di vê çarçoveyê de, bang li hikûmet û dewletê kiriye, ku li gel hemû israr û hişyariyên wî jî di vê êvajoyê de guhertinên qanûnî nekiriye û nexistiye pratîkê, êdî li ser bingeha rexnedayînê nêzî mijarê bibe, bi dersên ji vê derê derxistî re di pêvajoya ji niha û pê ve de, bi taybetî di sererastkirinên qanûnî de bi berpirsyariyê rabe.
Ocalan da xuyakirin, ku eger alî di van xalên hatine diyarkirin de pêvajoyê rast, cidî û biryardarî bimeşînin, herî zêde di nava 4-5 mehan de çareseriyeke mezin a demokratîk dikare pêk were, ku wê pêşeroja tevahiya Rojhilata Navîn diyar bike. Ocalan hişyarî daye ku eger ev cidiyet û biryardarî neyê nîşandan, kaosa li herêmê dikare kûrtir bibe û mekanîka derbê dikare xwe bigihêjîne encamê.
Birêz Ocalan, di rewşeke destpêkirina eger muzakereyên watedar û yên hemû valahiyên qanûnî dagirtiye de bal kişandiye ser girîngiya 'Agirbesteke zexim' û avakirina 'Desteya Şopandinê' ya vê agirbestê kontrol bike' û destnîşan kiriye ku 'sîstema cemaweriyê' ya weke qadeke rê li ber xerabûnê vedike di pêvajoyê derdikeve pêş, ancax bi vî rengî dikare bi awayekî mayînde bi cih were anîn.
Birêz Ocalan, di serî gelê me yê di berxwedana Kobanê û Şengalê de cih digire, ji tevahiya gelê Rojava û Başûrê Kurdistanê, hemû gel û rêxistinbûyînên siyasî yên tevkariyê li vê berxwedana ku em dikarin bêjin şerê rûmetê yê sedsala 21'an de dikin, silavên xwe yên taybet şandiye.
Her wiha ji Tevgear Jinê ya ku têkoşîna me ji Rojhilata Navîn derxistiye û gihandiye tevahiya mirovahiyê û ji hemû girtiyên li girtîgehan re silavên xwe yên taybet ragihandiye.
Bi wesîleya 27'ê Mijdarê, şehîdên ku têkoşîna me ya mirovahiyê gihandine roja îro, bi rêzdarî bibîr aniye û silav û daxwaziyên xwe yên serketinê ji hemû rêhevalên kadro re şandiye."