Ocalan: Heta pêşnûme nekeve meriyetê bila kes tiştekî ji me hêvî neke!
Ocalan: Heta pêşnûme nekeve meriyetê bila kes tiştekî ji me hêvî neke!
Ocalan: Heta pêşnûme nekeve meriyetê bila kes tiştekî ji me hêvî neke!
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ser girîngiya temînata qanûnî û ji ber ku bêyî dayîna vê temînatê bang kiribû, rexnedayîna xwe da. Ocalan operasyonên qirkirina siyasî jî rexne kir û anî ziman ku pêşnûmeya wan amade kiriye, esas e. Ocalan hişyarî da û got, "Heta ku ev nekeve pratîkê, mafê ti kesî nîne ku di ewlekariya cemaweriyê yan jî di mijareke din de ji me tiştekî bixwaze" û got, "Di destê me de bernameyeke me ya gelekî xurt heye. Pêwîste hemû amadekarî ji aliyê tevlîbûna weke partiyê li hilbijartinan, bên kirin."
Ji Heyeta HDP'ê Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ji ANF'ê re vegot.
Onder diyar kir ku dema Ocalan Hatîp Dîcle dît gelekî kêfxweş bû û got, "Zêdeyî 20 sal in, yekemcar hevdu dîtin." Onder ragihand ku coş û tenduristiya Ocalan baş bû diyar kir ku wî bihîstiye Mûrat Bozlak nexweş e, jê re şîfa xwest.
'JI BER KU BÊYÎ DAYÎNA TEMÎNATA QANÛNÎ BANG KIR, REXNEDAYÎNA XWE DA'
Onder da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên tevgera azadiyê, navgîna rexnedayînê weke pratîkeke pêşketinê dinirxînin lewma di vî warî helwesteke pîvanîn nîşan didin û got, "Birêz Ocalan ji destpêkê ve di mijara gavên temînata pêvajoyê de gavên gelekî ji xwe bawer avêt. Dihat hêvîkirin ku mûxatabên wî jî heman zelalî û cidiyetê nêzîk bibin. Lê bi vî rengî nebû. Ev hemû gav bi nêzîkatiyeke firsendî, hewl dan bê qîmet bikin. Helwesteke bi heman rengî Bulent Arinç di pêvajoya vekişînê de bi gotina 'Heta dojehê rêya wan vekirî ye' anîbû ziman. Hişyariyeke gelekî xurt dabû, lê hikûmetê ev fêm nekir an jî bi hesabên hilbijartinê ji nedîtî ve hat.
Ji bo qonaxên ji niha û pê ve destnîşan kir ku temînatên qanûnî pêwîst in û bêyî pêkanîna van temînata xwegihandina armanca demokrasiyê û aştiya dawîn, ne pêkan e. Got, 'Tişta bi serê hevalên me yên ji Xabûrê hat li naverastê ye. Hînê hin ji wan girtî ne'. Her wiha bal kişand ser meşa vekişîna gerîla ya di destpêka pêvajoyê de û rexne kir ku li beramberî vê meşê giranî ji çêkirina qereqol û HES'an re hat dayîn. Anî ziman ku bêyî temînatên qanûnî ev bangên kiriye şaş bûye û rexnedayîna xwe da gelên Tirkiyeyê."
'HETA PÊŞNÛME NEKEVE PRATÎKÊ BILA TIŞTEK JI ME NEYÊ HÊVÎKIRIN'
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder da zanîn ku Ocalan nerazîbûn nîşanî operasyonên binçavkirin û girtinê daye û ev yek rexne kiriye. Onder diyar kir ku Ocalan destnîşan kiriye ev operasyon nayên qebûlkirin û aniye ziman ku pêşnûmeya wan amade kirine, esas e û gotiye, 'Heta ku ev neke pratîkê mafê kesî nîne ku ji aliyê ewlekariya cemaweriyê yan jî di mijareke din de ji me tiştekî bixwaze.' Lê da xuyakirin, ku eger ev pêşnûme bikeve pratîkê, wê ev pirsgirêk hemû ji aliyê rêbazî û mayinde ve, ji holê rabin.
DI PÊŞNÛMEYÊ DE ÇI HEYE?
Onder, naveroka "Pêşnûmeya Pêvajoya Muzakereyê ya Demokratîk û Aştiyê" aşkera kir:
"Ev pêşnûme ji 4 sernavên bingehîn pêk tê. Sernavê 1. Rêbaz e, ku ev yek ji 9 xalan pêk tê. Ruhê vê beşê mirov dikarin bi vî rengî rave bikin: "Bi tespîta 'aliyê diyarker ê pêvajoyê siyaseta demokratîk e' hemû alî neçare bi siyaeta demokratîk bên nirxandin. Li gel vê, ji zelalbûna bingeha qanûnî heta pênaseya rast a saziyan...Pênasekirina rast a rewşa bêçalakîtiyê, belgekirina hemu qonaxên pêvajoyê û lihevkirinên derketine holê bi îmzeyê werin qeydkirin. Di mijarên bi vî rengî de, di mijara 'rêbazê' de ti valahî neyê hiştin.
Piştî ku mijar Rêbazê çareser bû, hingî beşa din tê ku yên Birêz Ocalan nas dikin baş dizanin; ew jî beşa nirxandina mijarê ji aliyê dîrokî û felsefî ye. Em ezmûn û kedeke gelekî kûr û berfireh dibînin ku hema bêje hemû zanîngehên vî welatî li pêşberî vê kedê dikarin ji xwe fedî bikin. Ez dixwazim bi tenê sernavê 11 xalan ragihînim. Ev bi tenê wê nîşan bide ku mijarê bi kûrahiyeke çawa dinirxîne.
Di mijara Rêbazê de, rê û rêbazên avakirina komîsyonan û prensîbên xebatên wan, bi berfirehî hatine ravekirin.
-Wesfa têkiliyên Kurd-Tirk ên li Rojhilata Navîn di tevahiya dîrokê de û rewşa wê ya roja îro
-Sedemên hundirîn û derve yên pirsgigrêkbûyîna têkiliyên Kurd-Tirk ku her diçe giran dibe û pêwendiya xwe bi modernîteya kapîtalîst re
-Weke esasê pirsgirêkbûyîna têkiliyên Kurd-Tirk, rastiya veguherîna dewletê. Hewldana desthilatdariyên rojaneyî ku vê mijarê vediguherînin navgîneke desthilatdarbûyînê. Şîdeta kor û encamên vê
-Taybetmendiya sîstemî ya çareseriyê û bandora jêneveger a li Rojhilata Navîn
-Têkiliya çareseriyê bi aştî û demokrasiya gerdûnî. Reformên bingehînî yên aştiya demokratîk li nava dewlet û civakê rê li ber veke
-Encamên destûra bingehînî û qanûnî yên pêvajoyê
-Aliyê ewlekariyê yê pêvajoyê
-Bandora civakî-çandî ya pêvajoyê
-Aliyê azadiya jinê yê pêvajoyê û encamên wê yên ekolojîk
-Bi awayekî azad û wekhev naskirina hemû hêmanên di tevahiya dîroka Komarê de ji nedîtî ve hatine û li derve hatine hiştin. Şêweyê cihgirtina van hêmanan di sîstema norm a nû de û xweseriyên wan
-Sîstemeke nû ya pireng, demokratîk a cemaweriyê.
Sernavê 3. 'Xalên Bingehîn ên Rojevê' ne û ji 40 pirsên bingehîn, diyarkirin û pêşniyaran pêk tê. Sernavê 3. xwedî wê wesfê ye ku sefseteyên mîna 'Ocalan berê xwe nade demokrasiyê' yan jî 'Tevgera siyasî ya Kurd tê xapandin' diavêje nav sergo û dikare ji mijara 'Bernameyeke demokratîkbûyînê çawa dikare pêk were' dikare bibe çavkaniya bingehîn a referansê. Dema em li sernavê çend xalên vê beşê binêrin, wê baştir were fêmkirin ku dixwzim çi bêjim.
-Pênasekirina rast a siyaseta demokratîk û naveroka wê
-Têgîn, pênase û naskirina nasnameyê. Çareseriyek piralî, demokrasî wekhev û bi temînata qanûnî
-Pênasekirina rast a aliyên neteweyî û herêmî ya çareseriya demokratîk. Bersiva wê ya destûra bingehînî û qanûnî
-Pênasekirina welatîbûnê. Welatîbûna qanûnî û azad
-Têkiliya pêvajoyê bi sîstema sosyo-ekonomîk û ji nû ve pênasekirina wê
-Piraliya çandî û azadî
-Li ser bingeha heqîqetên dîroka nêz, mekanîzmayên rûbirûbûnê. Mekanîzmayên li Meclîsê bên avakirin.
Ev xalên ku min behsa wê kir, bi tenê beşekî biçûk ê wê ye, lê têra peydabûna nêrînekê dike.
Sernavê 4. jî 'Plana Çalakiyê' ye û ji 6 xalan pêk tê. Taymetmendiya wê ya herî girîng jî, kêm zêde dem hatiye diyarkirin. Piştî hevdîtinên bi Qendîl û dewlet-hikûmetê re, em ê temamiya vê xebata keda bêhempa ya Birêz Ocalan bi raya giştî re parve bikin.
Piştî tûreke hevdîtinê bi Qendîl û dewletê re, pêkane ku em orjînala metnê bi temamî biweşînin.
'WATEYA TI BENDÊ NAMÎNE'
Der barê hilbijartinên giştî yên sala 2015'an de Onder da xuyakirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye "di destê me de bernameyeke gelekî xurt heye. Divê hemû amadekarî li gorî tevlîbûna weke partî bê kirin. Eger ev bername bi têrkerî bi gel were fêmkirin, kadroyên bi têrkerî bipejirînin, wateya ti bendê ji bo me namîne."
Onder diyar kir ku di mijara sekreterya û mehkûmên li girtîgehê de Ocalan gotiye, 'heta hevdîtineke din wê çareser bibe.'
'ASTA KU PERSPEKTÎFA ME YA JINÊN AZAD GIHAŞTIYÊ: KOBANÊ'
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder da xuyakirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê Kobanê de ev peyam daye: "Bala tevahiya cîhanê li vir e, ev yek êdî xeta têkoşîna hebûnê, xeta parastina hebûnê derbas kiriye û bûye destpêkên têkoşîna rûmetê ya sedsala 21'an. Bi vî rengî bala tevahiya cîhanê kişandiye. Di vir de para herî mezin, asta ku perspektîfa me ya jinên azad, gihaştiyê ye."