Ocalan: Ez ê çend rojên din xebata xwe aşkere bikim

Ocalan: Ez ê çend rojên din xebata xwe aşkere bikim

Şandeya BDP'ê ku ji Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervin Buldan û Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk tê, piştî çûn li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevditin pêk anîn, daxuyanî dan.

Ocalan di nîşeya xwe ya ragihandinê de wiha got: "Hem ji bo pêvajoya bêpevçûnê mayinde bibe û hem jî pêvajoya paşvekişandinê pêk bê ez di nava xebatek mezin de me. Di pêngave de ez dikarim bêjim em di nava astek bi hevî de ne. Di vê çarçoveyê de ez dê xebatên xwe di nava demek kin de bi Gelê Tirkiyeyê re parve bikim.
Heyeta BDP'ê ku ji Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervin Buldan û Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk tê, di çarçoveya pêvjoya çareseriya demokratîk de çûn Girava Îmraliyê. Şandeyê piştî nameya Ocalan a gihişt Konseya KCK'ê, ji bo bersîva wê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ragihîne, Wekîlên BDP'ê Pervin Buldan û Sirri Sureyya Onder di saetên serê sibê de çû Îmraliyê.

Şandeya BDP'ê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin li ber avahiya BDP'ê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniye de Buldan, diyar kir ku wan îro bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re li Îmraliyê civînek din pêk anî û wiha got: "Hevserokê Partiya me Birêz Selahattin Demirtaş ji ber bernameyek wî ya din a li Ewropayê tev li heyeta Îmraliyê nebû. Ez û Birêz Sirri Sureyya Onder tev li hevdîtinê bûn Hevdîtinê saet di 14.00'an de dest pê kir û di 15.30'an de bi dawî bû. Silavên Birêz Ocalan ji çapemeniyê re hebûn.
Onder, piştre nîşena Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend û wiha got: "Ez peyama Birêz Abdullah Ocalan parve bikim: 'Gelê Tirkiyeyê yê bi qedr û qîmet, pêvajoya çareserî, demokrasî û aştiyê ku em têde dejîn, bi hemû hassasiyeta xwe berdewam dike. Hem ji bo pêvajoya bê pevçûnê mayinde bibe û hem jî ji bo pêvajoya paşvekişandinê bi lezgîn bibe ez di nava xebatek mezin de me. Di vê asta ku em hatinê de ez dikarim bêjim em li nokteyek bi hêvî dene. Di vê çarçoveyê de xebata ku ez dimeşînim ez dê di demek kin de ji Gelê Tirkiyeyê re ragihînim. Bi vê minasebetê hemû kesên ji bo Tirkiyeyek demokratîk û piştgiriya çareseriyê ez şukranên xwe pêşkêş dikim. Bi baweriya aştiya wekhev, demokratik û adîlane ez her kesî silav dikim. Abdullah Ocalan'

Onder, pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir ku nameya Qandîlê gihiştiye Ocalan û Ocalan piştî li ser vê nameyê nirxandinê bike dê daxuyaniyê bide gelê Tirkiyeyê.