NY ji bo penaberan banga alîkariya bi rêya înternetê kir
NY ji bo penaberan banga alîkariya bi rêya înternetê kir
NY ji bo penaberan banga alîkariya bi rêya înternetê kir
Neteweyên Yekbûyî (NY), ji ber ku hin ji welatên endam alîkariya diviyabû ji bo penaberan bikira nekirin, berê xwe de alîkariyên madî yên takekesan. NY, ji bo bersivê bide alîkariya xurekê ya 1,7 mîlyon penaberên Sûriyeyî, dixwaze 64 mîlyon dolarî berhev bike.
Di daxuyaniya roja Duşemê ya Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) a Neteweyên Yekbûyî de hatibû ragihandin ku dawî li pêşanîna fîşa alîkariya xurekê ya ji bo 1,7 mîlyon penaberên Sûriyeyî hatiye anîn. WFP diyar kir ku hin dewletên endam sozên xwe yên alîkariyê bicih neaniye û ragihand ku ew hewl didin bi alîkariya şexsî pirsgirêka xurekê ya penaberan çareser bikin.
Di banga WFP de hat gotin, "Eger 64 mîlyon mirov her yek jê 1 dolar bida, me yê di meha Kanûnê de pirsgirêka xwarinê ya 1,7 mîlyon penaberan çareser bikira." Di banga WFP de hat ragihandin ku bi saya kampanya alîkariyê ya li ser înternetê hatiye destpêkirin re ew dixwazin vê rêjeya alîkariyê di nava 3 rojan de berhev bikin.
Bang yekser ji aliyê dîrektora WFP Ertharin Cousin ve hat kirin. Cousin got, "1 dolar bi xwe dikare rê li ber rewşeke cuda veke. Her çend ji bo gelek mirovan 1 dolar gelekî kêm be jî, ji bo penaberan dikare jiyanê rizgar bike."
WFP di daxuyaniya xwe ya roja Duşemê de ragihandibû ku ji ber bicihneanîna soza alîkariyê ya hin dewletên endam pêkanîna fîşa alîkariyê ya li Urdun, Lubnan, Tirkiye û Misirê ji bo penaberên Sûriyeyê hatiye rawestandin, lê belê nehat aşkerakirin ku ev welatên sozên xwe bicih neanîne kîjan in.