NY hevdîtinên bê hêvî yên Cinêvê plan dikin ku di meha Cotmehê de pêk bînin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ‘hevdîtinên aşatiyê’ yên li Sûriyeyê ku Kurdan cihê xwe di nav de negirtin, ji bo ji nû ve pêk were, meha Cotmehê hate diyarkirin û komên ‘muxalîf’ jî di mijara Esad de li benda lihevkirinê ne.

Nûnerê Taybet ê NY yê Sûriyeyê Staffan de Mîsûra, ji bo hevdîtinên Cinêvê ya ku heta niha 7 caran birêk xist û her carê ti encam bi dest nexist, diyar kir ku wê yeke nû lidar bixin.

De Mîstûra yê ku diyar kir ku tê plankirin ku hevdîtinên Cinêvê di meha Cotmehê de pêk were, destnîşan kir ku hevdîtinên ku pêk were bi hêviya ‘rast û taybet’ bê lidarxistin.

Staffan de Mîstûra yê ku valatiya di serî de nebeşdarbûna Kurdan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a bi xwe re anî ji nedîtî ve hat û di mijara rola Esad a di siberojê de diyar kir ku muxalîf di nava xwe de li hev nakin.

Nûnerê Taybet ê NY’yê, ji koma bi navê Konseya Muzafekar a Bilind a Siûdî Erebîstan destek dike,di mijara mayîna Esad de divê helwestê xwe zelal bike.

NY ya ku li ser dikê her ku diçe bandoara xwe kêm dike ya van koman, niha jî ji bo nêzîkatiyên van koman a li hember Beşar Esad nerm bikin, rawestiyane. Komên mijara gotinê di nava xwe de ketine pêvajoya gotûbêjan.

Komên muxalîf ên mijara gotinê yên ku beşdarî civînê bûne heta niha li gel Staffan de Mîstûra re muzakere kirine, niha jî di nava xwe de têkildarî mijara Esad dicivin.