NY: Di nava Rewşa Awarte de hilbijartineke ewle nayê kirin
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da hikumeta AKP'ê û jê xwest ku Rewşa Awarte rake, naxwe wê meşrûiyeta hilbijartinê tine be.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da hikumeta AKP'ê û jê xwest ku Rewşa Awarte rake, naxwe wê meşrûiyeta hilbijartinê tine be.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeid Ra'ad al Hussein daxuyaniyeke nivîskî weşand û nerazîbûn nîşanî hilbijartinên 24'ê Hezîranê da ku wê di nava şert û mercên Rewşa Awarte de bên kirin. Hussein destnîşan kir ku ji bo hilbijartin bi rengekî ewle were kirin divê Rewşa Awarte bê rakirin û got, "Astengkirina mafên mirovan, azadiya fikir, kombûn û avakirina komeleyan, li hilbijartineke bi ewle nayê."
'QANÛN TÊN BINPÊKIRIN'
Hussein destnîşan kir ku dirêjkirina dema Rewşa Awarte li gel biryara hilbijartinê li dijî Peymana Mafên Siyasî ya Navneteweyî ye û got, "Girtina rojnamevanan, helwesta polîsan a li dijî xwepêşandanên 1'ê Gulanê careke din nîaşn da ku azadiya xwepêşandanên aştiyane tê astengkirin."
'BI QANÛNÊN REWŞA AWARTE, HILBIJARTINEKE EWLE NAYÊ KIRIN'
Hussein di dewama daxuyaniya xwe de ev pirs kir: "Gelo di rewşekê de ku nêrînên mûxalîf ên li dijî partiya desthilatdar bi rengekî dijwar tê cezakirin, wê hilbijartineke çawa bi ewle bê kirin?" û wiha dewam kir: "Divê hilbijartinên 24'ê Hezîranê di nava şert û mercên demokratîk, ewle û wekhev de bên kirin û dengdêr karibin bi îradeya azad dengê xwe bidin." Hussein bang kir ku bi rengekî lezgîn Rewşa Aarte bê rakirin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de Zeid Ra'ad al Hussein destnîan kir ku eger hilbijartin di nava Rewşa Awarte de were kirin ev yek wê rê li ber nîqaşa meşrûiyeta hilbijartinê veke û welêt bikeve rewşeke hê nediyar û ne aram.