Nûnerên Elewiyan: DAIŞ nekare li pêş yekitiya gelan bisekine
Nûnerên Elewiyan: DAIŞ nekare li pêş yekitiya gelan bisekine
Nûnerên Elewiyan: DAIŞ nekare li pêş yekitiya gelan bisekine
Nûnerên Elewiyan çûn sedana nobeta berxwedana li Pirsûsê û duaya lokma ji bo rizgariya Kobanê kirin û gotin: “Çeteyên DAIŞ’ê nekare li dijî yekitî û têkoşîna gelan bisekine.” Her wiha banga yekitiya hêzê kirin. nûnerên Elewiyan ku çûn serdana hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Ayşe Efendî, Efendî diyar kir ku qedera Kurdan girêdayê Kobanê ye.
Berxwedana YPG-YPJ’ê ya li dijî êrîşên DAIŞ’ê mehek derbas kir. berxwedana nobeta li Pirsûsê jî roj bi roj bilidtir dibe. Ocaxên Elewiyan yên Dersîmê çûn serdana welatiyên di nobeta berxwedanê ya Mehserê de ne. Her wiha heyet çû serdana hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Ayşe Efendî ku li cihê ku nobet dihat girtin bû.
Ayşe Efendî ji di dema serdanê de axivî û got jib o piştevaniya Kobanê herikîne qadan û gelek kes tevli YPG-YPJ’ê bûne û parastina Kobanê dikin. Efendî got di nava kesên ji Bakur hatine bi dehan şehîd hene û got ew wan bi rêz bibît tîne. Efendî got gelê Kurd bi ruhê seferberiyeke mezin serî hildaye û ji bo Kobanê her cureyê alîkariyê dide.
Ayşe Efendî da zanîn ku ev 30 sal bû gelê Rojava ji bo Bakur, HPG û Qendîlê her cureyê alîkariyê kiriye û got her çiqas sînor di navbera wan de hebe jî Kurd her tim birane û her kesê ku ji xwe re dibêje ez Kurdim divê tevli vê çalakiyê bibin.
Endamê Ocala Elewiyên Dêrsîmê Pîr Hayrî Sonmez jî axivî û got ew jî piştgiriyê dibin berxwedana Kobanê û got di esasê de divê hemû Kurd û gelên Mezopotamyayê piştgiriyê bidin Kobanê. Somez destnîşan kir ku ew wek gelên Elewî li dijî zilmê ne û anî ziman ku ew wek elewî tiştê ku ji wan wek zext tê qebûl nakin.
Berdevkê komeleya Elewiyan Velî Aytaş jî got ew berxwedana YPG-YPJ’ê dişopînin û got divê hemû ciwanên Kurd ligel wan tê bikoşin.
Neviya Seyît Riza, Zarîfe Polat jî anî ziman ku li gorî baweriya Elewiyan duaya lokma ji bo ku hêviyên wan bê qebûlkirin têkirin û got ew vê carê ji bo rizgariya Kobanê dikin.