Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar, hêzên wan li navçeya Cindirês û li navenda Efrînê li dijî dagirkeran 2 çalakî kirine. YPG'ê ragihand, di çalakiyan de 11 çeteyên dagirker hatine kuştin.

Davîd Phîlîps di ‘Forûma Guherîna Demokratîk û Paqijiya Etnîk ya li Efrînê’ de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê sûcê mirovayetiyê kiriye.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî di nav de 10 wekîlên HDP'ê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê bikin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li Kurdan, demokratan û civaka navneteweyî kir ji bo bikevin nava liv û tevgerê.

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, tevlî forûma Efrînê bû û derbarê sûcên şer ên dewleta Tirk de ku li herêmên dagirkirî pêk tîne, raporek pêşkêşî beşdarên forûmê kir.

Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) ragihand, li Sûdan a Başûr meha Mijdarê di êrîşên 10 rojan de destdirêjî û destavêtin li 125 jin û zarokên keç hatiye kirin.

Li bajarokê Baxozê yê Dêra Zorê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî giran diqewime.