KCD'ê li dijî tecrîdê bang kir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li Kurdan, demokratan û civaka navneteweyî kir ji bo bikevin nava liv û tevgerê.

KCD'ê li buroya xwe ya li Amedeê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê yên Amedê Salîha Aydenîz û Mûsa Farisogûllari û endamên Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê tevlî civînê bûn.

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk daxuyanî da û diyar kir, Ocalan aktorekî sereke ye ku pêwîstiya gelên Rojhilata Navîn pê heye. Ozturk got, "Ji bo şerê hegemonîk ê li Rojhilata Navîn veguhere pêvajoyeek aştiyane û demokratîk, Birêz Ocalan xwedî roleke diyarker e."

AKP LI KONSEPTA ŞER VEGERIYA

Ozturk bal kişand ser 'rewşa aştiyane' ya ku sala 2013'a bi hewldanên Ocalan pêk hat û got, hikumeta AKP li konsepta şer vegeriya û dest li pêvajoya demokratîkbûn û aştiyê werda.

Ozturk ragihand, hikumeta AKP'ê bi tecrîdkirina Ocalan re xwest, nehêle paradîgmaya Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bigihêje dînamîkên tevgera azadiyê ya Kurd, bigihêje gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn û civaka navneteweyî.

JI HER ALÎ VE ÊRÎŞ LI SIYASETA KURD TÊ KIRIN

Hevserokê KCD'ê Ozturk anî ziman, niha ji her alî ve operasyonên qirkirina siyasî li dijî siyaseta Kurd a demokratîk tê kirin û ragihand, operasyonên qirkirina siyasî hewldana ji bo temamkirina tecrîda girankirî ye.

Ozturk got, "Rabûna li ber tecrîdkirina Birêz Ocalan û şikandina tecrîdê, azadiya Birêz Ocalan pîvan û cewhera exlaqî ye ji bo parastina paşeroja demokratîk a gelên Rojhilata Navîn e."

ÇALAKIYA GUVEN BANGA LI ME Û CIVAKA NAVNETEWEYÎ YE

Ozturk wiha dewam kir: "Hevseroka KCD'ê Birêz Leyla Guven di vê çarçoveyê de bang li me, gelê me û civaka navneteweyî kiriye ji bo xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin. Heta ku helwest li dijî tecrîdê neyê nîşandan, heta ku tecrîd neyê şikandin, wê têkoşîna demokrasî û aştiyê bi ser nakeve. Ev yek careke din anî bîra me."

Ozturk diyar kir, Guven bi greva birçîbûnê ya bê dawî re nîşan da ku heta sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê neyê şikandin, têkoşîna demokrasî û azadiyê qet bi ser nakeve û ji bo vê raxistiyê nîşanî gelên Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û civaka navneteweyî bide bedena xwe danî ber mirinê.

ÇALAKIYA GUVEN ÇALAKIYEKE DÎROKÎ YE

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk anî ziman, çalakiya hevseroka wan a greva birçîbûnê di asta dîrokî de girîng û watedar e û got, "Daxwaza wê daxwaza gelê me, lêgerînerên azadiyê û hêzên demokrasiyê ye. Çalakiyên grevên birçîbûnê ku 27'ê Mijdarê bi çalakiya girtiyên azadiyê yên li hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê belav bû, hişyariyê didin bê pêvajo ber bi ku ve biçe."

Ozturk da zanîn, daxwazên Leyla Guven û girtiyên azadiyê ji aliyê hiqûqî, exlaqî û mafên mirovan ve rewa û mafdar in û maqûl in ku bi cih werin anîn.

DIVÊ HIKUMET DEST JI POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ BERDE

Ozturk bang li hikumeta Tirk jî kir ji bo dest ji polîtîkayên tecrîdê berde û ji gelê Kurd, kes û saziyên demokratîk û civaka navneteweyî careke din xwest, ku piştgiriyê bidin Leyla Guven û girtiyên azadiyê.

Ozturk ji bo hikumeta AKP'ê got, "Em bang lê dikin ku dest ji polîtîkayên dijberkirinê berde ku paşeroja gelên me tarî dike û aloziyê dixe nava civakê."

BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ

Di dawiya daxuyaniyê de Ozturk bang li saziyên navneteweyî jî kir û got, "Di serî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT, em bang li hemû saziyên mafên mirovan ên navneteweyî, Parlamenta Ewropayê, Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî dikin ku li ber tecrîdê rabin û bikevin nava liv û tevgerê."