Li Sûdan a Başûr destdirêjî li 125 jinan hate kirin

Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) ragihand, li Sûdan a Başûr meha Mijdarê di êrîşên 10 rojan de destdirêjî û destavêtin li 125 jin û zarokên keç hatiye kirin.

Li Sûdan a Başûr ji sala 2013'an û vir ve şerê navxweyî heye. Serokkomar Salva Kîîr meha Îlonê bi şefên raperîneran re peymana aştiyê îzme kir, lê belê şîdeta ji her du aliyan ve nesekinî. Şer herî zêde bandorê li sivîlan dike. Nêzî 4 milyon mirov bê cih û war man, şîdet û xela zêde bû. Jin mexdûrên sereke yên şerê navxweyî ne.

Rûth Okello ku li Sûdan a Başûr ji MSF'ê re dixebite, daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, jin û zarokên keç ên bûn hedefa êrîşên zayendî, bi rengekî komî serî li navenda tenduristiyê ya MSF'ê ya li Bentîûyê dan.

Li gorî daxuyaniyê, hin ji van mirovan zarokên kêmî1 0 salî ne û hinek jî di ser 65 salî re ne. Jinên ducanî jî bûn hedefa van êrîşan.

Doktorên Sînornenas ragihandin, ji 19 heta 29'ê Mijdarê li herêma Rûbkonayê alîkarî û tedawiya lezgîn ji 125 jinan re hatiye dayin. Rûth Okello got, "Zêdeyî sê sal in li Sûdan a Başûr kar dikim. Min ti carî hejmareke ewqasî zêde ya mexdûran nedît ku serî li navenda me ya tenduristiyê dan."

Okello bi dewamî got, "Di deh mehên destpêkê yên salê de me alîkarî da 104 jinên mexdûrê tundiya zayendî. Lê tenê hefteya bihurî me alîkarî dan 125 jinan."

Hate ragihandin, li gel destavêtin û destdirêjiyê bi qemçî, ço û qundaxa çekê li jinan hatiye xistin.

Şefê mîsyona aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî yê li Sûdan a Başûr di çarçoveya kampanyayeke global de bang kir ku dawî li tundiya li jinê bê anîn.