Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bi bîr xist ku 35 sal in hewl didin erzaqê li ser gerîla bibirin û got, "Bi zelalî bêjim; ev yek wê ji bo gerîla nebe pirsgirêk."

Çeteyekî DAÎŞ'ê yê li Rojava girtî ye got, mîna êrîşên li Fransayê wan plan dikir ku li Elmanyayê jî komkujiyeke mezin pêk bînin. Eşkere bû ku bi saya têkoşîna QSD'ê, çeteyên ku wê komkujî bikira nekarîn xwe bigihînin Ewropayê.

Qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê ketiye sala 25'an. Zerarên ku qedexeyê daye Kurdan û demokrasiya Elmanyayê wê bi konferansekê werin nirxandin. Ji organîzatorên konferansê Dr. Elmar Mîllîch got, "Em ê stratejiya xwe ya li dijî qedexeyê diyar bikin."

Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Îzmîrê de 13 kes hatin destgîrkirin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên du rojên dawî de herî kêm 6 çete li Efrînê hatine kuştin, 5 jî birîndar bûne.

Brîtanya Mezin wê meha Adarê ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve. Hewldanên lihevkirinê yên navbera Brîtanya mezin û 27 welatên din bê encam dimînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di şerê 24 saetan a Pêngava Bagera Cizîr a ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de 15 çete hatine kuştin, 2 şervan şehîd, 7 şervan jî birîndar bûne.

Balefirên şer ên artêşa Tirk qada Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir. Ji ber bomberdûmanê agir bi qadê ket.

Ji ber mercên xirab ê hewayê ya ku ji roja Çarşemê ve li Tûnûsê bû sedema mirina 5 kesan, 2 kes jî winda bûne.