Ji ber mercên xirab ê hewayê ya li Tûnûs 5 kes mirin

Ji ber mercên xirab ê hewayê ya ku ji roja Çarşemê ve li Tûnûsê bû sedema mirina 5 kesan, 2 kes jî winda bûne.

Li gorî çapemeniya herêmî, roja Pêncşemê 2 kes li herêma Kef a dikeve bakurê rojava, kesek jî li herêma Grombalîa ya dikeve başûrê rojhilatê welat mirine.

Roja Çarşemê jî li herêma Sîdî Bûzîd zarokeke 6 salî, kesekî 40 salî jî li herêma Kassarînê miribûn.

Her wiha du kes jî li Kassarîn û Zaghûan a bakurê rojhilat winda bûne. Paytext Tûnûs û derdor jî di nav de gelek bajar mane dibin avê de. Ji ber vê dibisitan ketine betlaneyê.