Yekîtiya Ewropa û Brîtanya dikin nakin li hev nakin

Brîtanya Mezin wê meha Adarê ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve. Hewldanên lihevkirinê yên navbera Brîtanya mezin û 27 welatên din bê encam dimînin.

Brîtanya Mezin wê dawiya meha Adarê ya sala 2019'an ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve. Lê bi welatên din ên Yekîtiya Ewropayê re di gelek mijaran de hîn li hev nekiriye. Lîderên 28 welatan li Brukselê li hev civiyan, lê li hev nekirin. Ji ber ku pêwîstî bi biryara Parlamenta Brîtanyayê jî heye, xuya ye lihevikrin û çareserî wê demeke dirêj bidome.

PIRSGIRÊKA STATUYÊ YA BAKURÊ ÎRLANDAYÊ HÎN ÇARESER NEBÛYE

Yek ji mijarên sereke ku li ser wê lihevkirin nebûye, pirsgirêka sînorê navbera Îrlanda Bakur û Îrlanda endamê Yekîtiya Ewropayê ye. Ji bo şert û mercên peymana aştiyê ya sala 1998'an bên parastin, divê sînorê navbera her du Îrlandayan tine be. Brîtanya dixwaze, heta ku dema bê peymaneke bazirganiyê ya serbest were îmzekirin di nava yekîtiya gumrukê ya Yekîtiya Ewropayê de bimîne.

Yekîtiya Ewropayê qebûl dike ku tenê Îrlanda Bakur di nava bazara hevpar de bimîne. London li ber vê pêşniyarê radibe û bi fikar e ku Îrlanda Bakur ji Brîtanyayê were 'qutkirin'.

JI BO LIHEVKIRINÊ PÊWÎSTÎ BI DEMEKE DIRÊJ HEYE!

May li Brukselê di civîna bilind de axivî û îdîa kir ku di navbera Yekîtiya Ewropa û welatê wê de peymanek dikare bê mohrkirin. May got, dem hatiye ku lihevkirin pêk were.

Li gorî Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, di danûstandinan de bi rêjeya 90 ji sedî li hev hatiye irin. Lê belê muzakerevanê sereke yê Brexîtê Mîchel Barnîer got, ji bo danûstandinan pêwîstî bi sebrê heye. Barnîer diyar kir, ji bo lihevkirin bibe divê hîn bêhtir wext hebe.

BI RENGEKÎ DEMKÎ DIKARE JI BO SALEKÊ WERE DIRÊJKIRIN

Çavkaniyên dîplomatîk ragihandin, ji bo pirsigrêka Îrlanda Bakur bi awayekî demkî çareser bibe, pêşniyar hatiye kirin ku Brîtanya heta sala 2021'ê di nava bazara hevpar de bimîne. Tê gotin, London bi rengekî erênî nêzî vê pêşniyar dibe, lê ev pêşniyar weke çareseriyeke demkî tê dîtin.