Li Zapê êrîşa hewayî
Balefirên şer ên artêşa Tirk qada Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir. Ji ber bomberdûmanê agir bi qadê ket.
Balefirên şer ên artêşa Tirk qada Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir. Ji ber bomberdûmanê agir bi qadê ket.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine stendin, balefirên şer ên artêşa Tirk îro ji saet 09.00’an heta 09.30’an qada Gundê Filleha ya Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.
Hate diyarkirin ku ji ber bomberdûmanê agir bi qadê ketiye û şewata li herêmê hê jî didome.