Li Îzmîrê operasyonên qirkirina siyasî: 13 kes hatin destgîrkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Îzmîrê de 13 kes hatin destgîrkirin.

Di saetên sibê de li gelek navçeyên Îzmîrê bi tevlîbûna gelek polîsên tîmên taybet bi ser malan de hate girtin. Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Hazal Karabey û Alev Ozkîraz jî di nav de 13 kes hatin destgîrkirin. Dest hate danîna ser gelek pirtûk û amûrên elektironîk.

KESÊN HATIN DESTGÎRKIRIN

Navên kesên birine Şaxa Miduryeta Emniyeyê ya TEM’ê ya bajar wiha ne: Hazal Karabey, Orhan Ayhan, Alev Ozkîraz, Aydin Yetîm, Farûk Ozer, Resûl Sayan û Goksal Ozen.

Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Semra Ûzûnok anî ziman ku di demeke nêz de Konferansa Ciwanan a Herêma Egeyê kirine û got: “Di nava kesên hatine destgîrkirin de ciwanên li wir bi peywirê rabûne jî hene. Bi vê operasyonê xwestine çavê ciwanan bitirsînin.

Ûzûnok got: “Em rê nadin li ser civakê faşîzm bê kirin, em ê bi vê civakê re li ber xwe bidin, em ê bi vê civakê bi serkevin.”