Karayilan: Bi zelalî bêjim; wê ji bo gerîla nebe pirsgirêk!

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bi bîr xist ku 35 sal in hewl didin erzaqê li ser gerîla bibirin û got, "Bi zelalî bêjim; ev yek wê ji bo gerîla nebe pirsgirêk."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bû mêvanê bernameya taybet a Stêrk TV, tecrîda li Îmraliyê, têkoşîna gerîla û gelek mijarên din ên di rojevê de ne, nirxand.

'DMME Û CPT ŞIRÎKÊ SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ NE'

Karayilan bêdengiya saziyên Ewropayê ya li hemberî tecrîdê rexne kir û got, "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ku saziyên navneteweyî ne, bi helwesta xwe ya dawî re nîşan dan ku ew şirîkê sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê ne. Kiryarên li Îmraliyê li ti pîvanên hiqûq û exlaqê nayê. Tevî vê yekê jî biryara ku DMME'yê daye tê wateya rewadîtina van kiryaran. Gelê Kurd tevî dostên xwe li dijî vê yekê bang kirin, lê belê CPT xwe ker kir û bêdeng dimîne. Halbûkî li Îmraliyê mafên mirovan tê binpêkirin. Bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin. Ne ji Rêbertî ne jî ji hevalên li cem wî agahî nayê girtin. Di serî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, hemû saziyên erkdar ên qala maf û hiqûqê dikin li pêşberî rewşê bêdeng in û bûne hevparê van kiryarên li dijî mirovahiyê. Em baş pê zanin ku di avakirina sîstema Îmraliyê de rola saziyên Ewropayê heye. Lê tevî van hemûyan jî qala mafên mirovan, heq û hiqûqê dikin. Ka mafên mirovan? Çima ji bo her kesî heye lê ji bo gelê Kurd nîne? Çima ji bo Rêberê Gelê Kurd nîne?"

'TECRÎD LI DIJÎ MIROVAHIYA PÊŞVERÛ YE'

Karayilan bal kişand ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li nava mirovahiyê deng vedaye û wiha pê daket: "Tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina şexsekî nîne. Tecrîdkirina gelekî bi tenê jî nîne. Ev yek tecrîdkirina demokrasî û azadiyê ye, tecrîdkirina mirovahiya pêşverû û gelên bindest e.

Eşkere ye ku tecrîdkirina Rêber Apo ancax bi têkoşîna gelê me û hemû bindestên ku baweriya xwe bi xeta Rêbertî aniye wê bê rakirin. Ji bo vê jî pêwîstî bi kar û rêxistinbûneke xurtir heye. Lewma divê em ji 20 salên bihurî dersê derxînin, kêmasiyên xwe bibînin, wan ji holê rakin û bi hêza rêxistinbûyî ya gelan û bi pêşengiya gelê Kurd tecrîdê teqez rakin."

'GERÎLA ÇALAKIYÊN XWE LI GORÎ TAKTÎKA SERDEMÊ DIKIN'

Karayilan asta heyî ya şer jî nirxand û got, "Ya ku li Kurdistanê diqewime, şer û berxwedan e."

Karayilan diyar kir, dewleta Tirk bi şerê taybet kuştiyên xwe yên di vî şerî de ji gel û raya giştî re eşkere nake û got, "Di şer de îradeya leşkerên Tirk şikestiye. Herî dawî hêzeke wan a ku bi pereyan şer dikir heye. Ev hêza paramîlîter ji bo pereyan leşkeriyê dike û tevî ku derfetên zêde yên perwerdeyê ji wan re tê dayin, îradeya wan şerkirinê qels e. Ev hêzên ku dewleta Tirk jê re POH û JOH dibêje, bi tena serê xwe nikarin li dijî gerîla şer bikin. Dixwazin bi temamî bi teknîkê û tora sîxuran vî şerî bikin."

Karayilan ragihand ku çalakiyên gerîla her dewam e û wiha pê daket: "Çalakiyên gerîla yên hatine pîrozkirin çalakiyên rûtîn ên gerîla nînin. Ew çalakî ne ku bi taktîk û ruhê serdemê hatine kirin, tê de ti windahî nehatiye dayin, lewma tên pîrozkirin. Mînak; çalakiya ku herî dawî hate pîrozkirin çalakiya li Çelê bû. Nava rojê li ser rêya Colemêrg-Çelê  2 wesayitên zirxî ji du baskên cuda ji qereqolê derdikevin û gerîla her du wesayitan dixin kemînê. Her du jî tên rûxandin. Di heman demê de li qereqolê (Geman) jî dixin û vekişin. Bi ti awayî windahî nayê dayin."

'QEREQOL JÎ BI TEMAMÎ JI HOLÊ WERE RAKIRIN, EV YEK NAYÊ EŞKEREKIRIN'

Mûrat Karayilan anî ziman ku dewleta Tirk hejmara kuştiyên xwe yên di şer de vedişêre û got, "Di dema Kenan Evren de Tirkiye bi darbeyê dihate birêvebirin. Wê wextê jî dewleta Tirk hejmara leşkerên xwe yên dihatin kuştin vedişart. Lê belê dema ku gerîla di çalakiyê de çek radikir, li gorî hejmara çekên hatine rakirin, hejmara kuştiyan dihate eşkerekirin. Lê niha Erdogan vê jî nake. Tu qereqolê jî bi temamî rake, mîna ku tiştek nebûye nahêle ku kes eşkere bike û ji civaka Tirkiyeyê vedişêre. Lê carna weke mînaka Mawa-Kercewsê dema ku çalakî li ber çavên gel tê kirin, nikarin veşêrin û neçar man 8 kuştiyên xwe yên wê çalakiyê eşkere bikin. Ji bilî vê yekê çalakiyên cuda tên lidarxistin, li qereqolan tê xistin, gelek kuştiyên wan çêdibe, lê mîna ku tiştek nebûye nadin. Tenê çapemeniya Kurd diweşîne."

'DIXWAZIN SÎSTEMA TEKPARÊZÎ LI SER TASFIYEKIRINA GERÎLA AVA BIKIN'

Karayilan anî ziman, berxwedana heyî pêşî li plan û hewldanên qirkirinê yên dewleta Tirk digire û got, "Ya rast, Erdogan zane ku nikare têkoşîna azadiyê ya Kurd biqedîne. Ji xwe ev jî nepêkan e, tenê bi gotinên di vî warî de hewl dide emrê desthilatdariya xwe dirêj bike. Dewleta Komara Tirkiyeyê di dema xwe de li ser înkarkirina Kurdan ava bû. Lewma her kesên ku komar diparastin kesên înkarker bûn. Demên berê gotina 'Kurd' qedexe bû. Niha jî rewş bi heman rengî ye, lê hinek radibin dibêjin 'ibrayên min ên Kurd'. Lê berê di lîteratura dewleta Tirk de ev gotin qedexe bû. Ji ber ku dixwestin gelê Kurd bi temamî biqedînin.

Erdogan ev sîstema xwe ya tekparêz ku navê sîstema serokkomariyê lê dike, li ser hewldanên tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurd ava kiriye. Ji ber vê yekê ne tenê li nava sînorên Tirkiyeyê, dixwaze li derveyî sînor jî li dijî gelê Kurd operasyonan bike. Armanca xwe ya bingehîn ew e ku hebûna Kurdan neyê qebûlkirin, Kurd nebûn xwedî statuyekê. Ji ber ku hebûna sîstema xwe li ser qirkirin û tinekirina gelê Kurd ava kiriye."

Karayilan got, têkoşîna gerîla ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo hemû gelên bindest e û wiha dewam kir: "Gotina Erdogan ku digot 'Li hemberî 8 kesan em ê 800 kesî ji wan bikujin', ne zimanê serokê dewletekê ya jî serokkomarekî normal e. Ev ziman zimanê dewleteke çete ye ku sîstema xwe ya faşîst li ser xwînê ava kiriye. Yekî jî rabû got, 'Ew ê birçîhiştinê re gerîla biqedînin'. Naxwazim navî wî şexsî bînim ziman. Ev kes kesekî piyon e ku bê karakter e. Tiştên ku ne hedê wî ye tîne ziman, gefê li derdorê dixwe û mîna mafya diaxive. Dixwaze heta dawiyê dijberiyê li Kurdan bike û bi vî rengî xwe bi Erdogan bide qebûlkirin.

'BI ZELALÎ BÊJIM; EV MIJAR WÊ JI BO GERÎLA NEBE PIRSGIRÊK'

Kesekî derewîn e ku payîza 2016'an de gotibû, 'Nîsana 2017'an wê kes nema karibe navê PKK'ê hilîne, ji ber ku PKK wê vê zivistanê bê qedandin'. Ya rast gerîla di nava gel de ye, ji xwe ji dewletê bihata ku erzaqê gerîla bibiriya, wê di nava 35 salên bihurî de ev bikira. Demên berê jî heman rêbaz bi kar anîn, gelek ambargo danîn. Gelo karîbûn gerîla biqedînin? Mîna ku tiştekî nû peyda kirine diaxivin, lê tiştên ku dibêjin ji xwe beriya niha ji aliyê dewleta T.C. ve hatine ceribandin. Bi kurtasî wê tiştek bi destê wan nekeve. Bi zelalî bêjim; ev yek wê ji bo gerîla nebe pirsgirêk'."

PEYMANA LI SER ÎDLIBÊ KONJONKTURÎ YE, PÊWENDIYA XWE BI HILBIJARTINÊ RE HEYE

Karayilan rewşa li herêmê jî nirxand û işaret bi peymana Tirkiye û Rûsyayê ya li ser Îdlibê kir. Karayilan diyar kir ku ev peyman demkî ye, ji bo demeke dirêj nîne û got, "Erdogan li Soçiyê li ber serokdewletê Rûsyayê geriya ûjê xwest ku heta biharê Îdlib di kontrola wan de bimîne. Xwest bi vî rengî peymanekê çêbikin. Ji ber ku Erdogan siyaseta xwe ya şer li gorî hilbijartinên meha Adarê eyar kiriye. Erdogan baş pê zane ku eger beriya Adarê yanî beriya hilbijartinê ji Îdlibê derkeve wê di hilbijartinê de têk biçe. Ji ber vê yekê plansaziyeke wiha çêkir û hewl dide vê peymanê weke peymaneke mayinde ye nîşan bide. Halbûkî demkî ye û li gorî hesabên hilbijartinê yên Erdogan hatiye amadekirin. Bêguman qezenca Rûsyayê jî di vir de çêbûye ku pêşniyara Erdogan qebûl kirin." Karayilan got, emrê vê peymanê kin e.

LI EFRÎNÊ PAQIJIYA ETNÎKÎ TÊ KIRIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li pêşberî dagirkirina Efrînê rexne kir û got, li herêmê paqijiya etnîkî tê kirin.

Karayilan bi dewamî got, "Dewleta Tirk niha li Efrînê paqijiya etnîkî dike. Bala xwe bidinê; hêzên ku li pêşberî tecrîdkirina Rêbertî bêdeng in, dengê xwe li kiryarên Erdogan û çeteyên wî dernaxînin û bûne hevparê wî. Çima? Ji ber ku li Efrînê Kurd hene, li vê derê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. Ka saziyên mafên mirovan ên navneteweyî hebûn, li ku ne ev sazî? Sirgûn, tehcîr û komkujî li ser şêniyên Efrînê tên ferzkirin. Erebên ku ji Gûta û deverên din hatine anîn li Efrînê tên bicihkirin. Gelê Efrînê ji mal û gundên xwe tên qewirandin. Hêzên navneteweyî tenê li rewşê temaşe dikin, ji ber ku ev li hesabê wan jî tê.

'WÊ HESAB JI HEWLDANÊN QIRKIRINÊ BÊ PIRSÎN'

Bila gelê me û her kes baş zanibe, wê hesab ji hewldanên qirkirinê yên faşîst were pirsîn. Bila nebêjin ku komkujî, tehcîr û paqijiya etnîkî wê ji wan re bimîne. Hêz û feraseta siyasetê ya gelê Kurd heye ku vê têkoşînê bide. Di vir de ya girîng ew e ku gelê me li her parçeyî şert û mercan, firsendan rast bi kar bînin û têkoşîna xwe geş bikin. Şert û mercên heyî bi kêrî destketiyên gelên Kurdistanê û herêmê tên."