Têkiliyên sîxûrî yên Belçîka û Tirkiye ji nû ve destpê dike

Tirkiye ya ku têkiliyê wê bi DAY’yê re xirabû ye, bazara xwe ya bi welatên Ewropa re xurt kiriye. Hevkariya di navbera Tirkiye û Belçîkayê de ji nû ve destpê kir. Serokwezîr Charles Mîchel ragihand ku wê bi taybet di warê xîrûsî de hevkarî bikin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li gel Serokwezîr Charles Mîcehel re li civîna Desteya Giştî ya NY’yê ya li New Yorkê civiyan.

Di hevdîtina navbera herdu welatan de li ser parvekirinên agahiyên sîxûrî pêk hatiye.

Hate ragihandin ku di civînê de rola Tirkiyeyê ya li Sûriye ‘Têkoşîna bi terorê re’, pirsgirêka koçberan a li gel Yekîtiya Ewropa û têkiliyê bi Tirkiyeyê re girtine dest.

NÊZÎKATÎ CÛDA, ENCAM HEMAN

Li gorî rojnameya Echo hevdîtina li Belçîka 15 deqyan dom kiriye.

Serokwezîr Charles Mîchel got: “Gotûbêjekî vekirî hatiye kirin” û wiha pêde çû: “Hevîdîtina me li gorî dihate hêvîkirin hê zêdetir dom kiriye. Ketina peywendiyan a Serokkomar Erdogan a bi rêya dîplomatîk ku vekîr li gel baxive tê wateya nirxdayînê.”

Mîchel bal kişand ser îxlalên piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê jî.

Serokwezîrê Belçîkî got: “Di serî de di warê têkoşîna bi terorê û sîxûriyê de hemfikirin ku ji nû ve têkiliyên me xurt bibin.”

Hate destnîşankirin ku lihevkirina di navbera her du welatan de li gel pirsgirêkên aborî û siyasî wê di mijara têkiliyên navbera Tirkiye û YE’yê de ji nû ve destpê bike.