Kirîza serokkomariyê ya di navbera PDK-YNK’ê de kûr dibe

Kirîza serokkomariyê ya her diçe di navbera PDK-YNK’ê de kur dibe, bi diyarkirina namzetê PDK’ê re derbazî qonaxeke nû bû. Koalîsyona Îmar a ji komên Şiî ya Iraqê pêk tên, daxwaz ji Kurdan kir ku namzetekê tenê diyar bikin.

Piştî hilbijartina 12’ê Gulanê û şûnde rojên borî serokê parlementoyê hate hilbijartin, li peywê çav li rê ye ku serokkomar jî bê diyarkirin. Gotûbêjên li ser bê kî wê bibe serokkomar ên di nava partiya PDK û YNK’ê der derketibûn, piştî hilbijartina Serokê Meclîsa Iraqê û şûnde derbasî qonaxeke nû bû. Hefteya borî Polîtbûyroya YNK’ê li hev kom bûn û namzetê xwe yê serokkomariyê Berhem Salih diyar kir û şûnde, PDK’ê diyar kir ku vê napejirînin û ragihandin ku wê namzetê xwe diyar bikin.

PDK’Ê NAMZETÊ XWE EŞKERE KIR

Duh jî PDK’ê namzetê xwe Fûat Huseyînî eşkere kir.

Di peyama Polîtbûroya PDK’ê de hate gotin ku wê serokkomariyê ji YNK’ê re nehêlin û ev tişt got:

“Mafê Serokkomariyê mafê Kurdan e ne malê ti partiyan e.Di vê wateyê de em wateyê nadin ku di mijara serokkomariyê de evqas israr tê kirin. Peymana ku me sal 2005’an li gel YNK’ê hatî kirin hê jî derbasdar e. Ji ber ku êdî ne Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û ne jî Celal Serokkomarê Iraqê ye.

PDK’ê destnîşan kir ku li bendê bûn ku YNK bi wan re bişêwire û namzetekê diyar bikin, lê YNK’ê bê ku agahî bide kes an aliyekê bi serê xwe namzet Berhem Salih diyar kir û wiha pêde çû:

“Weke PDK em dixwazin meqamê Serokkomariyê bigirin. Her demê dîrokê şahida wê kiriye ku me têkoşîn ji bo paye û kursî nekiriye. Lê divê bi desteka hemû aliyan divê kesek be ku vê erkê bi layîq û ji bo berjwendiyên gelê Kurd xebatê bike bê nîşandan. Divê em meqam neyê dayîna kesên bê vîn û xwedî lê dernekevin.”

TÊ FIKIRÎN KU PDK NE LI GORÎ HIQÛQÊ TEVGER DIKE

Nelihevkirinên li di navbera PDK û YNK’ê yên ku niha li ser serokkomariyê derketîn holê, aliyên siyasetmedar, nivîskar, hiqûqnas û derdorên cuda jî tevlî bûn. Gelek derdor dibêjin ku ev hewldana PDK’ê ne di cih de ye. Di peyama polîtbûyoyê de bêy ku peymanek nû bê kiri, fesehkirina peymanê rê li ber nerazîbûnan vekir. Ev jî rê li ber nakokiyên meztir ên nava partiyan vekir. Bê ku peymanek bê kirin tiştka ku niha PDK dixwaze bike li gorî derdoran ne hiqûqî ye.

KOALÎSYONA ÎMAR Û REFORMÊ JÎ NERAZÎBÛN NÎŞAN DA

Koalîsyona Îmar û Reformê ya ji komên Şiî pêk tên jî nerazîbûn nîşanî mijarê dan. Koalîsyona Îmar û Reforman a ji Saîrûn, Sasir, Hîkme û Îtifaqa Vataniye beşeke Suniyan û Eniya Tirkmen jî pêk tên, ji bo mijarê binirxînin çûn Bexdayê.

Piştî hevdîtinê daxuyanî hate dayîn û bang li aliyên siyasî kirin ku namzetek tenê ji bo serokkomariyê bidin nîşandan.

Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hate gotin: “Li gel helwesteke yek alî ya Kurdan divê ji bo serokkomariyê jî namzetekê li gorî rêgezên neteweî bê diyarkirin. Berovajî wê wê namzetek rikber bê nîşandan.