Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Sêrt û Colemêrgê di çalakiyên hêzên gerîla de herî kêm 39 leşker û kontrayek hatin kuştin.
Guhertina qanûnî ya rejîma AKP'ê ku li şûna Rewşa Awarte bi cih bû, li Rojnameya Fermî hate weşandin. Bi vî rengî Rewşa Awarte bi navekî din fermî bû.
Rûniştina 51’emîn a Doza Qetlîama Enqereyê dest pê kir. Di rûniştinê de pêkutî û zextên giran tên kirin.
Gerîlayên HPG'ê li Lêlîkan û Çarçelayê li yekîneyên artêşa Tirk a dagirker xistin. Tê gotin ku di çalakiyan de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.