Li Lêlîkan û Çarçelayê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG'ê li Lêlîkan û Çarçelayê li yekîneyên artêşa Tirk a dagirker xistin. Tê gotin ku di çalakiyan de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, gerîlayên HPG'ê roja Duşemê danê nîvro li dijî yekîneyên artêşa Tirk ên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê çalakiyek pêk anîn.

Hêzên gerîla heman demê li herêma Çarçela ya navçeya Gever a Colemêrgê jî bi çekeke taybet li yekîneyên artêşa Tirk xistin ku amadekariya operasyonê dikirin.

Tê gotin ku di her du çalakiyan de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.

Çav li rê ye ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di nava rojê de li ser mijarê daxuyaniyekê biweşîne.

Roja Duşemê li herêma navbera girên Genîş û Konserve yên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, makîneyên kar ên ji artêşa Tirk re rê çêdikirin, ji aliyê gerîla ve hatin teqandin.