Rûniştina doza Komkujiya Enqereyê dest pê kir
Rûniştina 51’emîn a Doza Qetlîama Enqereyê dest pê kir. Di rûniştinê de pêkutî û zextên giran tên kirin.
Rûniştina 51’emîn a Doza Qetlîama Enqereyê dest pê kir. Di rûniştinê de pêkutî û zextên giran tên kirin.
Rûniştina 51’emîn a Doza Qetlîama Enqereyê li Eywana Dadgeha Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Parlementerên HDP’ê Gulistan Koçyîgît, Tulay Hatîmogûllari, Ayşe Acar Başaran, Oya Ersoy, parlementerên CHP’ê Kanî Beko, Sezgîn Tanrikûlû, TTB, KESK, DÎSK, serok û rêveberên TMMOB’ê, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan û gelek nûnerên saziyên sivîl tevlî rûniştinê bûn.
ABLÛKAYA DI RÛNIŞTINÊ DE
Beriya ku wesayît têkevin qada dadgehê, yeko yeko hatin kontrolkirin. Malbat li ber deriyê girtîgehê hatin sekinandin û piştî lêgerînên bi kitekit, malbat derbasî hundir kirin. Nehiştin ku tu kes heste, pênûs û telefonê têxin eywana rûniştinê. Rojnamegerên ku karta wan a zer a çapemeniyê tuneye, heyeta dadgehê destûr neda ku ev rojnameger têkevin hundir. Ji ber aloziya lêgerînê, bi sedan malbat nekarîn têkevin hundir.
Di rûniştinê de parêzer, parlementer, malbat û endamên çapemeniyê li cihên cuda hatin rûniştandin.
Ayşegul Avşar ya ku keça Cemal Avşar e yê ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabû, bi hinceta ku temenê wê nebûye 18 nehiştin ku têkeve eywana rûniştinê.
Tê payîn ku di vê rûniştinê de biryar were dayîn.