Qanûna faşîst a rejîma AKP'ê li Rojnameya Fermî hate weşandin
Guhertina qanûnî ya rejîma AKP'ê ku li şûna Rewşa Awarte bi cih bû, li Rojnameya Fermî hate weşandin. Bi vî rengî Rewşa Awarte bi navekî din fermî bû.
Guhertina qanûnî ya rejîma AKP'ê ku li şûna Rewşa Awarte bi cih bû, li Rojnameya Fermî hate weşandin. Bi vî rengî Rewşa Awarte bi navekî din fermî bû.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, piştî hewldana darbeyê ya Tîrmeha 2016'an ji bo bêdengkirina hemû mûxalîfan û rûniştandina rejîma xwe ya faşîst Rewşa Awarte ragihand. Rewşa Awarte di hilbijartinên dawî de jî hate bikaranîn. Pêkînên kêfî û bê hiqûqî bi navê Rewşa Awarte hatin kirin. Li şûna Rewşa Awarte heman pêkanîn bi navekî din hate mayindekirin.
Di xala destpêkê de 'erkên super' ji waliyan re tê dayin. Waliyên super dema ku ji yekî kete nava gumanan wê karibin nehêlin ku 15 rojan bikeve nava wî bajarî.
Bi guhertina li ser mafê civîn û xwepêşandanan, walîtî wê karibin bi awayekî kêfî mafê civîn û xwepêşandanan asteng bikin ku ev mafê destûrî ye.
Ji bo li cihên vekirî yên cemaweriyê bi şev û li cihên girtî jî piştî saet 00:00 kombûn çêbibe, divê destûr ji walîtiyan bê xwestin.
Bi guhertina destûra bingehîn re, pêşnûmeya pê baweriyê ya li ser wezîran dihate pêşkêşkirin tê rakirin.
Bi Rewşa Awarte ya nû re, lêpirsîna li wezîran û alîkarên serokkomar ancax bi destûra serokkomar karibe bibe.
Bi guhertinê re dema destgîrkirinê ji 24 saetan dibe 48 saet.
Eger pêwîstiyê pê bibînin dikarin dema destgîrkirinê ji 48 saetan derxînin 6 rojan, dema destgîrkirina ji ber sûcên komî jî derxînin 12 rojan.
Piştî dema Rewşa Awarte ku nêzî 140 hezar kes ji karên cemaweriyê hatin derxistin, bi guhertina dawî re wê derxistina ji kar dewam bike.
Yên ku ji saziyê hîndekariya bilind hatine derxistin, wê nikaribin li karê xwe vegerin.