Plana AKP'ê ya ji bo hilbijartinê: Parçe bike û bi rê ve bibe

AKP ku kir nekir di hilbijartinan de li Wanê encameke bi dilê xwe bi dest nexist, niha jî dixwaze nexşeya Wanê biguherîne û bi vî rengî xwe ji hilbijartinên herêmî re amade bike.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, ji ber ku di hilbijartinan de encama dixwest lê bi dest nexist, ji bo hin bajaran got, "Ji ber wan gelekî xemgîn im". Yek ji van bajaran jî Wan e. AKP ji bo hilbijartinên herêmî li Wanê dest bi amadekariyan kir. AKP di hilbijartina bihurî de plana guhertina cihê sindoqan xiste meriyetê. Niha jî hejmara navçeyên navendî zêde dike û bi vî rengî dixwaze HDP'ê li Kurdistanê têk bibe. Li gorî plana ku AKP ji bo hilbijartinên herêmî amade kiriye, hejmara navçeyên navendî wê 4 be.

Li gorî planê, taxên Yenî Mahalle, Karşiyaka, Hacibekîr, Firat û Suphan ku navendên dengên HDP'ê ne wê bibin navçeya Erekê û bi vî rengî navçeyên navendî yên mezin Rêya Armûşê û Artemêtan bên qelskirin. AKP dixwaze Rêya Armûşê û Artemêtanê bi dest bixe û di bin navê Erekê de taxekê ji HDP'ê re bihêle. Bi vî awayî dixwaze Wanê parçe bike û bi rê ve bibe.

'ÇI DIKIN BILA BIKIN, WÊ BI SER NEKEVIN'

Serokê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a DBP'yî Cahît Bozbay li ser plana AKP'ê ya ji bo hilbijartinên herêmî agahî da û diyar kir ku parçekirina civakê li gorî rewşa siyasî, civakî û aborî, cihêkarî ye. Bozbay destnîşan kir ku karekî bi vî rengî yê ji bo dengan tê kirin wê rê li ber encamên metirsîdar veke û got, ji aliyê nifûs û erdnîgarî ve biçûkkirina hin navçeyan wê zerarê bide gelê navçeyê.

Bozbay da xuyakirin ku parçekirina navçeyan bi vî şêwazî wê ji AKP'ê re dengan neyne û wiha dewam kir: "Em zanin ku ji bo bidestxistina Wanê planên A, B, C li ser masey awan hene. Erdogan jî bi taybetî çav berdaye Şaredariya Wanê. Ev yek gelek caran ji raya giştî re jî eşkere kir. Lê belê çi dike bila bike wê encam neguhere. Tevî hemû zext û şîdetê, gelê Wanê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de helwesta xwe bi zelalî nîşan da. Ji bo hilbijartinên herêmî ji niha ve dest bi fen û fûtan kirin."

AKP'Ê ZÛ DEST BI FEN Û FÛTAN KIRIN

Alîkarê Hevserokê HDP'ê yê Wanê Azîm Yacan jî diyar kir ku AKP wê di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de jî hemn rêbazê bi kar bîne û got, "Wan bi qanûna bajarê mezin re kirin 3 parçe. Niha jî ji bo hilbijartinên herêmî yên 2019'an hewl didin bikin 4 parçe.

Li Wanê û navçeyên derve em serwer in. Lewma li ser hin plan û hîleyên din dixebitin. Rêveberên AKP'ê yên herêmî dixwazin bikevin çavê Erdogan. Piştî hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji Erdogan re gotin, 'HDP gefê li gel dixwe, bi gefxwarinê dengan digire' û ew bi vê yekê dan bawerkirin. Lê belê piştî ku 24'ê Hezîranê eşkere bû ku rastî ne bi vî rengî ye, niha ji nû ve bi îmara bajêr dilîzin û mirovan ji hev cihê dikin."

JI BO ARMANCÊN SIYASÎ WELATIYAN MEXDÛR DIKIN

Yacan da xuyakirin ku avakirina navçeyeke nû û şaredariyekê ne karekî hêsan e û got, "Destnîşankirina nexşeyê li gorî armancên xwe yên siyasî, gelê me mexdûr dike. Hewl didin rastiyan berevajî nîşan bidin. Ev hewldaneke pûç e.

AKP di nava gelê Kurd de êdî nayê qebûlkirin. Li Wanê ku timî îdîa dikin ew xizmetê dikin, gel xizan e. Nikare bi rengekî azad bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Bila tenê li encamên 6 hilbijartinan binerin. Wê were dîtin ku li gel hemû zext û zordariyan jî bê kê qezenç kiriye. Lê xuya ye wê li şûna xwe nesekinin û planên nû çêbikin."