NÛ BÛ-Nûçegihanê Kizil Bayrakê Ozdemîr hate binçavkirin

Nûçegihanê Kizil Bayrakê Ersîn Ozdemîr ê ku çalakiya malbatên TAYAD’ê dişopand, piştî derbkirinê hate binçavkirin. Nehat hînbûn ku Ozdemîr birine kû derê.

Nûçegihanê Kizil Bayrakê Ersîn Ozdemîr ê ku li Stenbolê li Qada Galatasarayê çalakiya malbatên TAYAD’ê ya li dijî ‘cilên yektîp’ ên girtîgehan dişopand, ji aliyê polîsan ve hate derbkirin û binçavkirin. Malbatên TAYAD’ê diyar kirin ku Ozdemîr dema ku çalakî dişopand, ji aliyê polîsan ve hate derbkirin û binçavkirin.

Hat ragihandin ku Ozdemîr ê ku bi saetan ti agahî jê nedihate girtin derket holê ku li Qereqola Polîsan a Taksîmê ye. Parêzer û Seroka Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî ku li qerqolê serdana Ozdemîr kir, diyar kir ku Ozdemîr ê ji ber lêdana polîsan pantolonê wî çiryayî li benda îfade dayînê ye.

Nûçegihanê Kizil Bayrakê Ersîn Ozdemîr ê ku li Stenbolê li Qada Galatasarayê çalakiya malbatên TAYAD’ê ya li dijî ‘cilên yektîp’ ên girtîgehan dişopand, ji aliyê polîsan ve hate derbkirin û binçavkirin, derket holê ku li Qereqola Polîsan a Taksîmê ye.

Parêzer û Seroka Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî ya ku ji Ozdemîr ê ku bi saetan ti agahî jê nedihate girtin li qereqolê ziyaret kir , diyar kir ku Ozdemîr ê ji ber lêdana polîsan pantolonê wî çiryayî li benda îfade dayînê ye.