Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Montpellîerê ne

'Nobeda Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, bi tevlîbûna çalakgerên nû dewam dike.

'Nobeda Azadî ji Ocalan re' ku ketiye hefteya xwe ya 268'an, ji aliyê komeke nû ya ji 4 kesan a ji bajarên Montpellîer û Avîgnonê dewam dike.

Endamên koma Bordeaûxê, çalakî roja Yekşemê dewrî Fehmî Aydogan, Erol Baysûngûr, Mehmet Çerî û Mehmet Ateş ên ji bajarê Montpellîer ê Fransayê, kir.

Fehmî Aydogan anî ziman, ku ew li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Montpellîerê tevlî çalakiyê dibin û işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Aydogan destnîşan kir, ku Ocalan vîna siyasî ya Kurdan e û ew jî ji bo xwedî li vîna xwe ya siyasî derkevin tevlî çalakiyê bûne.

Erol Baysûngûr ê ji bajarê Avîgnonê hatiye, li gel tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ser girtina parlamenter, hevşaredar û siyasetmedarên Kurd. Baysûngûr got, divê her Kurd li dijî van kiryaran derkevin û çi ji dest tê bi vê armancê bikin.

Baysûngûr destnîşan kir, ku azadî ancax bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe.


'Nobeda Azadî ji Ocalan re" ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bi rengekî bê navber dewam dike. Heta niha bi qasî 1500 Kurdistanî, Tirkiyeyî û dostên Ewropî tevlî çalakiyê bûn. Hunermend, siyasetmedar, rêveberên saziyên Kurdan û kedkarên çapemeniyê jî cihê xwe di nava çalakiyê de girtin.