Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Gîessenê ne
'Nobeda azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji bajarê Gîessen ê Elmanyayê ne.
'Nobeda azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji bajarê Gîessen ê Elmanyayê ne.
Çalakiya nobedê, ku ji bo rakirina tecrîdê û pêkhatina azadiya Ocalan li ber avahiyên Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) tê lidarxistin, nêzî 6 sal in bi rengekî bê navber dewam dike.
Çalakî ketiye hefteya xwe ya 307'an. Nobedarên vê hefteyê jî komeke nû ya ji 4 kesan a ji bajarê Gîessen ê Elmanyayê ye. Hediye Ecer, Salîha Şen, Halîl Goktepe û Emîn Emektar tevlî çalakiya vê hefteyê bûne.
Bi navê koma nû daxuyanî hate dayin û hate destnîşankirin ku dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd ne ya qebûlkirinê ye. Komê destnîşan kir ku tecrîda giran a salên dawî li pêşiya çareseriya aştiyane ya doza Kurd asteng e. Endamên komê got, Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo pirsgirêkên hemû gelên cîhanê hewl dide çareseriyê biafirîne.
Endamên komê bang li CPT jî kirin û jê xwestin ku heyetekê bi rengekî lezgîn bişîne Girava Îmraliyê ku rewşa Rêberê Gelê Kurd lêkolîn bike. Çalakgeran bi bîr xistin ku rewşa ne diyar a tenduristiya Ocalan dike ku gelê Kurd bikeve nava tirs û fikaran.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kiribû.